Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ji aliyê dewletê ve hate windakirin, pirsî

Dayikên Şemiyê aqûbeta Husamettîn Yaman ê ku 32 salan beriya niha di binçavan de hate windakirin, pirsî.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan bi daxwaza ku aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, bipirsin û faîlên wan bên darizandin, li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 997'an de wêneyên xizmên xwe yên hatin windakirin, hilgirtin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglu û Hunermend Kerem Firtina beşdarî çalakiya vê hefteyê bûn.

Di çalakiyê de aqûbeta xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Husamettîn Yaman (22) ku di 4'ê Gulana 1992'yan de hate windakirin, hate pirsîn. Xizma Yaman, Masîde Ocakê çîroka Yaman xwend.

Birayê Husamettin Yaman, Feyyaz Yamanî jî di çalakiyê de got: ‘’Em ê heya dawiyê lêgerînên xwe yên mafan bidomînin. Em ê dev ji doza xwe ya azadî û wekheviyê bernedin.’’