‘Bila hevdîtin bi Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er re bê kirin’

Malbatên Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve di Girtîgeha Hewlêrê de tên ragirtin, xwestin ku metirsiyên wan ên têkildarê ewlehiya zarokên wan ji navê bê rakirin û bê hiştin hevdîtin bi wan re bê kirin.

Malbatên Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve di Girtîgeha Hewlêrê de tên ragirtin, daxuyaniyeke dan. Malbatan, got: ‘’Dag û Er divê demildest bikarin hevdîtinê bi malbat ya jî parêzerên xwe re bikin.’’

Necmettîn Er ku apê Abdûrrahman Er e, li ser navê malbatan daxuyanî da, wiha axivî: ‘’Abdûrrahman û Mazlûm di hûcreyên ji hev cuda de tên ragirtin, lixwekirina cil û bergên yektîp li wan tê ferzkirin. Haya me ji tenduristî û ewlehiya zarokên me nîn e. Bila demildest hevdîtin bi Dag û Er re bê kirin û mêtirsiyên me ji navê bên rakirin.’’