HPG: 13 dagirker hatin cezakirin, 3 çeper hatin îmhakirin

Piştî çalakiya fedayî ya li Enqereyê, dewleta Tirk êrîşên hewayî pêk anîn. HPG’ê diyar kir ku ti windahiyên gerîlayan çênebûne û got: “Li dijî van êrîşên nemerdane, hêzên me gelek çalakî kirin. 13 dagirker hatin cezakirin û 3 çeper hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got: “Dewleta Tirk a qirker û mêtinger bi çalakiya mezin a hevrêyên me Rojhat û Erdal ku mîlîtanên fedayî yên Tabûra Nemiran in, derbeyek giran xwar. Dewleta mêtinger êrîşên giran ên dijwar pêk anîn. Di 21 bomberdûmanên hewayî de hêzên me ti windahî nedan û dijmin encam wernegirt. 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 20 caran jî bi dronên bombebarkir çeperên bombe kir û carek din sûcê şer kir.

Hêzên me li dijî van êrîşên nemerdane gelek çalakî kirin. Di van çalakiyan de; 13 dagirker hatin cezakirin, 6 dagirker birîndar bûn û 3 çeper hatin îmhakirin.”

HPG’ê têkildarî çalakiyên xwe û êrîşên dagirkeriyê ev tişt diyar kir:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

1’ê Cotmehê di saet 09.00’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

1’ê Cotmehê di saet 15.30’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.

2’ê Cotmehê di saet 10.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin, di dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

2’ê Cotmehê di saet 12.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hat lidarxistin.

2’ê Cotmehê di saet 15.30’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

2’ê Cotmehê di saet 17.50’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Li Herêma Metînayê;

28’ê Îlonê di saet 15.30’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê hate xistin.

29’ê Îlonê di saet 16.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê hate xistin.

1’ê Cotmehê di saet 10.50, 11.50 û 12.00’an de bi çekên giran 3 caran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê hate xistin.

1’ê Cotmehê di saet 16.00 û 16.18’an de bi çekên giran 5 caran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê hate xistin. Di van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û 3 çeper hatin îmhakirin.

2’ê Cotmehê di saet 15.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê hate xistin.

1’ê Cotmehê di saet 14.15’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hate xistin.

2’ê Cotmehê di saet 16.30’an de bi taktîka sizmayê li hemberî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê çalakî hat lidarxistin. Di navberek nêzîk de bi rengekî bi bandor bi çekên ferdî li 7 dagirkerên ku kom bûbûn, hate xistin. Li vir 4 dagirker hatin cezakirin ku yek ji wan xwedî rutbe bû. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hate lidarxistin.

Li herêma Metînayê;

1’ê Cotmehê di saet 12.50’an de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Axîn hate xistin.

1’ê Cotmehê di saet 14.10’an de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Axîn hate xistin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî pêk anîn;

1’ê Cotmehê di navbera saet 08.00 û 11.00’an de 4 car, 2’ê Cotmehê di navbera saet 08.00 û 15.00’an de 16 car; bi giştî 20 caran bi dronên bombebarkirî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl hatin bombebarankirin.

1’ê Cotmehê di saet 17.30’an de 1 car, 2’ê Cotmehê di saet 11.15, 11.45 û 22.35’an de 3 caran; bi giştî 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl hatin bombebarankirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

30’ê Îlonê û 1’ê Comtehê Gundê Şikêra ya herêma Garê, Kanîsarkê, qadên Deşta Kafyayê 5 caran, qadên Sinînê û Ava Lolanê ya herêma Xakurkê 5 caran, Qada Berxwedanê ya girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 2 caran, Qada Gundê Bêşîlî, Serê Metîna ya herêma Metînayê 3 caran, qadên Girê Savaş, Qada Newrozê û Gundê Zergelê yên herêma Qendîlê 6 caran; bi giştî 21 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Xakurkê û Metînayê bi topan hatin bombebarankirin.”