Yuksekdag li Wanê bi kedkarê perwerdehiyê re hate cem hev

Yuksekdag li Wanê mamosteyên ku ji kar hatin derxistin, ziyaret kir û got desthilatdariya AKP/Qesrê ji bo sûcên xwe binixumîn, hemû muxalîfên ku wê hesab jê bipirsin dike hedef.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdah serdana kedkarên perwerdehiyê ku ji hêla AKP/Qesrê ve hi kar hatine derxistin da wiha anî ziman: ‘’ AKP/Qesrê ji bo sûcên xwe binixumîne, hemû muxalîfên ku wê hesab jê bipirsin dike hedef.’’‘ û wiha berdewam kir:

 ‘BANGA BERXWEDANA DEMOKRATÎK’’

‘’Ji bo vê operasyonên beralîkirinê dikin, êrîş dibine ser akademîsten, jin, perwerdekaran. Lê tiştek ji bîr kirine; em ji têkoşîneke wiha tên ku em naqedin. Em kevneşopiyeke wiha ne, tam dema ku dibêjin qediya em dîsa vedijin. Kesên ku li Wanê 750 mamoste ji kar girtin, Egîtim –Sen bi destûra wan ava nebû, bi têkoşîn û berxwedanê ava bû.’’ Yuksekdag bi berdewamî wiha pê de çû, ‘’Li dijî vê dîktayê wê gel bi ser bikevin. Bila gumana kesî ji vê nebe. Niha ya ku li me dikeve ew e ku em rêxistiniya civakî ava bikin û berxwedana demokratîk nîşan bidin.’’