Yuksek: Divê hemû saziyên me weke rêxistinekî kar bikin

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Yukesk diyar kir ku polîtîkayên zextê yên AKP di meşînin ji bo wan hinceta bilindkirina têkoşînê ye û wiha got: “Divê di nava yekîtî û hevpariyê de bin. Êdî dem dem ku hemû saziyên me mîna rêxistinekî kar bikin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Kamûran Yuksek ê ku wê li Colemêrgê beşdarî Konferansa DBP’ê ya bajêr bibe, avahiya Rêxistina DBP’ê ya Wanê ziyaret kir û bi edamên partiyan re civiya. Yuksek di ketina Westanê de ji aliyê Hevseroka DBP’ê ya bajarê Wanê Sevînç Şeker, Rêveberên HDP’ê yên Wanê, edama PM ya HDP’ê Ozgur Zeydanoglû, endama PM ya DBP’ê Bairş Oflas, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, hevşaredarên navçeyê, rêxistinên navçeyê yên HDP – DBP’ê, Dayîkên Aştiyê û aktivîtên KJA’yê ve hate pêşwazîkirin.

Yukesk ê ku derbasî avahiya bajêr bû li vir ji aliyê parlementera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û gel ve hate pêşwazîkirn. Piştî ku Yuksek li avaiyê bi endamên patiyan re hevdîtin kir û şûn de ji endamên çapemeniyê re daxuyaniyek da.

Yuksek diyar kir ku wê kongre pêk were, her kesê ku dibe namzet tê girtin. Bingehê siyaseta demokratîk hatiye rakirin. Yuksek destnîşan kir ku di rewşekî bi vî awayî de siyaset kirin çiqas asane? Eger ku CHP û MHP xetek bi vî rengî li ser AKP’ê bikiriba, her roj endamên wan bihatiba girtin, destlênedayîna wan bihata rakirin û rewşa wan çaweba… Tevî van hemû êrîş û zextan; gelê me, her kes têkoşînekî ya rûmetê dike û li ser lingan in. Niha ez li virim, beriya niha 5 salan girtin, vê carê jî 5 mehan hate girtin, lê dîsa jî em ximeta gelê xwe dikin. Eger ku ev bi serê partiyekî din bihatiba nedikarî rabe ser xwe. Ji ber van rewşa divê ji xwe şer bikin, ev hemû hewldan ji bo me hinceta bilindkirina têkoşînê ye.

‘GELÊ ME LI SER LINGA NE!’

Yuksel wiha anî ziman: “Gelê me li ser lingan e. zext, êrîş encam negirtin, nagirin jî. Ji vê ti gûman me nîne. Em tên êrşkece kirin, zilm li ser me tê kirin, lê ti têkoşîna gel bê berdêl nabe. Ti kes moralê xwe xira neke, em ê yekîtî û hevpariya xwe çêbikin. Êdî dem dema ku hemû saziyên me weke rêxistinekî kar bikeye. HDP,KCD, STK,DBP û HDK bibin yek beden. “