YPG/YPJ li başûrê Kobanê û derdora Ayn Îsa her bi pêş ve diçin

Hêzên YPG/YPJ'ê yên li başûrê Kobanê û li derdora bajarokê Ayn Îsa li hemberî herêmên di bin dagirkeriya çeteyan de ne operasyonan lidar dixin, her bi pêş ve diçin. Li başûrê Kobanê gundek û çend girên stratejîk hatin azadkirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên li hemberî herêmên başûrê Kobanê yên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ne, dewam dikin.

GUNDÊ DALÎ HESEN Û GIRÊN STRATEJÎK HATIN PAQIJKIRIN

Navendê diyar kir ku gundê Dalî Hesen û girên stratejîk ên li ser vî gundî, duh bi şev ji çeteyan hatiye paqijkirin, lê belê der barê hejmara kuştî û birîndaran de agahiyeke zelal bi dest neketiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêzên me li vê qadê tevî 3 termên çeteyan dest danîn li ser 3 fuze, 3 roketên antî tank, 1 kleş, 1 roketavêja B7, 3 guleyên roketavêja B7, 1 dûrbînê şevê, 1 dûrbîna rojê û 3 bombeyên destan."
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên YPG/YPJ'ê li derdora gundê Zerikê jî derketine operasyonê û li vê qadê 3 çeteyên DAIŞ'ê tevî çek û cebilxaneya li se wan mirî hatine bidestxistin.

LI DERDORA AYN ÎSA 3 NUQTE HATIN AZADKIRIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo jî di roja 58. de li derdora bajarokê Ayn Îsa dewam dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şevê din hêzên me li vê herême operasyonek nû lidar xistin. Di encama vê operasyonê de hêzên me 3 noqteyên di destê çeteyan de azadkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin."