YPG: Hêzên me li Dirbêsiyê wesayîtek bombebarkirî bê bandor kirin
Navenda Ragihandina YPG`ê da zanîn ku hêzên ewlekariyê yên girêdayên wan wesayîtek bomebbarkirî li bajarê Dirbasiyê bê bandor kirine.
Navenda Ragihandina YPG`ê da zanîn ku hêzên ewlekariyê yên girêdayên wan wesayîtek bomebbarkirî li bajarê Dirbasiyê bê bandor kirine.
YPG`ê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
“Di 25ʹê Sibatê de ango îro saet 07.30`an hêzên me yên ewlekariyê di nav bajarê Dirbesiyê de bi ser wesayîtek bi guman de girtin. Hêzên me wesayîta bi guman derxistin dervayî bajar û li ser lêkolîn dan destpêkirin. Di encama lêgerîna hêzên me de diyar bû ku maşîne bi teqemeniyê barkirî ye.
Ekîbên pispor ên hêzên me yên ewlekariyê piştî xebatek dem direj 7 teqemeniyên di maşîne de bê bandor kirin. Hêzên me ji bo girtina kesê wesayît xistiye nava bajêr lêgerîn û lêpirsinên dan destpêkirin.”