YPG: Êrîşên hêzên opozîsyonê didomin

Fermandariya YPG’ê, ji aliyên navnetewî yên çavdêriya agirbesta Sûriyeyê re diyar kir ku çekdarên opozîsyonê hê jî êrîşên li dijî Taxa Şêx Meqsûd didomin.

Fermandiyariya YPG’ê, ji aliyên navnetewî yên çavdêriya agirbesta Sûriyeyê re diyar kir ku çekdarên opozîsyonê hê jî êrîşên li dijî Taxa Şêx Meqsûd didomin 
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel derbarê binpêkirina komên çeteyên opozîsyona Sûriyeyê ji saziya taybet a agirbestê re peyamek şand.

Peyama fermandariya YPG’ê wiha ye:

“Ji bo Saziya Taybet a Agirbesta Sûriyeyê ya rêzdar…

Em dixwazin we agahdar bikin ku îro saet di 11.00’an de (10’ê Adara 2016’an) komên çete ên girêdayî Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê (Tevgera Ehrar El-Şam, El-Cebha El-Şamiye, Lîwaa Sultan Murd, Tabûrên Sultan Fatih, Tabûrên Feqtesim Kema Emert, Tabûrên Nûreddîn Zenkî, Lîwaa 13, Fewcê Yekemîn, Tabûra 116’an û Tabûrên Ebû Emara) topbaran li dijî Taxa Şêx Meqsûd dewam kirin. Van koman topên hawanê û moşekên bi destan hatin çêkirin êrîşî taxê dikin. Di encamê de ziyanên madî gihiştin taxê, welatiyekî sivîl û 3 şervanên me şehîd bûn, 4 welatiyên sivîl û 3 şervanên me jî birîndar bûn.

Topbaran li hember taxê hê jî berdewam dikin.”