YPG’ê bersivên êrîşên çeteyan da

Çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser çeperên YPG’ê yên li nendava Tişrînê û Şeddadê. Şervanan jî bersivên tund da êrîşa çeteyan.

Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê êrîşên DAIŞ’ê yên li ser çeperên YPG’ê, her wiha derbarê êrîşên çeteyên koalisyonê de, daxuyaniyek weşand.

YPG’ê diyar kir ku di 30’yê îlonê de, çeteyên DAIŞ’ê di saetên nîvro de bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Qadiriyê yê dikeve Başûr Rojhilatî bendava Tişrînê ya giredayî Kobanê.

Çeteyên DAIŞ’ê di heman rojê de, di saetên şevê de jî hewl dan ji milê gundê Etferiyê yê dikeve Başûr Rojhilatî Bendava Tişrînê êrîşek pêk anî. Piştî bersivdayîna hêzên YPG’ê, li qadê şerekî dem kurt hat jiyîn. Piştî şer, çete neçar man ji qadê birevin.

Di heman rojê de, di saetên nîvro de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser çeperên hêzên wan ên li Başûr Rojhilatî bajaroka Eyn Îsa.

YPG’ê destnîşan kir ku di 1’ê Cotmehê de derdora saet di 03.00’an de, çeteyên DAIŞ’ê li dijî çeperên hêzên wan ên ku 24km dikevin Rojhilatê Şedadê êrîşek pêk anîn. Piştî bersivdayîna hêzên wan, li qadê şerekî dem kurt qewimî. Piştî şer, çete neçar man ji qadê birevin.

YPG’ê wiha anî ziman: “Di 30’yê Îlonê de çeteyên giredayî Koalîsyona Sûiyeyê ji çeperên xwe yên Ezazê bi topên hawanan, êrîş birin li ser gundê Maranez a giredayî Efrînê.

Çeteyên koalîsyonê di heman şevê de, li milê kolana 20’an hewl dan li dijî Taxa Şêx Meqsûd êrîşek pêk bînin. Piştî mudaxeleya hêzên me, çeteyan bê ku êrîşê pêk bînin, ji qadê vekişiyan.”