YPG: Balafira şer gundê Ziyaretê bombe kir

Fermandariya YPG’ê ya Efrînê ragihand ku balafirek şer a nayê zanîn bê girêdayî kîjan welatî ye, îro danê nîvroyê gundê Çetel Ziyaretê bombe kirine.

Fermandariya YPG’ê ya Efrînê ragihand ku balafirek şer a nayê zanîn bê girêdayî kîjan welatî ye, îro danê nîvroyê gundê Çetel Ziyaretê bombe kirine, li gund xisara madî çêbûye.

Fermandariy YPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir, di 9’ê Sibatê (îro) saet derdora 14:00’an de balefirên şer êrîşek li hember gundê Çetel Ziyaret li dar xistin. YPG’ê wiha da xuyakirin: 

“9’ê Sibatê (îro) di saet 14.00’ê piştî nîvro balafirên şer êrîşî gundê Çatal Ziyaretê kirin. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn gundê Çatal Ziyaretê beriya çend rojan ji aliyê hêzên me ve ji destên komên çete yên wekî Ehrar El Şam û Cebhet El Nusra hate paqijkirin. Lê, îro di saetên piştî nîvroyê de balafireke şer a ku nayê zanîn girêdayî kijan welatî ye, gund bombebaran kir. Di encama êrîşê de ziyanên madî çebûn.

Her wiha dîsa di saet 10.00’ê sibê de û piştî nîvroyê jî, ji aliyê rejîma Sûriye ve gûndê Mezin û gûndê Başemrê bi topan hat bombebarankirin. Di êrîşê rejîma Sûriye de hinek welatî birîndar bûn û zirarên madî çebûn.”

 

...