Yên di 15'ê Sibatê de zarok bûn îro gerîla ne

Ciwanên Kurd ên di dema komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an de zarok bûn, îro gerîla ne û li nava refên têkoşînê ne.

Ciwanên Kurd ên di dema komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an de zarok bûn, îro gerîla ne û li nava refên têkoşînê ne. Her yek ji wan xwedî çîrokek cuda ye. Ev gerîlayên ciwan destnîşan dikin, ku heta gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibin, ew ê têbikoşin.

Di van rojên ku çiyayên Kurdistanê bi kirasê spî xemiliye de, em li qadên gerîla digerin. Di nava yekîneya gerîla de rûyên li ken derdikevin pêşiya me. Bi her gerîlayekê/î re coş û kelecanek heye. Gerîlayên HPG û YJA Starê amadekariyê ji biharê re dikin. Li her derê xebatên perwerdeyê dewam dikin. Di nava gerîla de bihar tê wateya nûbûn, zindîbûnê. Lê belê ew ji bihara îsal re dibêjin 'bihara serketinê'.

Piştî silavdayînê em li cihên gerîla bi derfetên xwe çêkiriye, rûdinên û dest bi sohbetê dikin. Mijara bingehîn a sohbeta bi gerîla re komploya 15'ê Sibata 1999'an e, ku ji aliyê gelê Kured ve weke 'roja reş' tê binavkirin. Di nava sohbetê de her gerîlayek çîroka xwe vedibêje. Piraniya gerîlayên ciwan, pêvajoya 15'ê Sibata 1999'an a teslîmkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî re, bi xeyal dinase. Zarokên wê demê gerîlayên roja îro ne. Armanca hevpar a hemûyan azadiya welat û rêbertî ye. Di her gotin û sekna her yekê/î ji wan de biryardariya têkoşînê heye.

DI ÇAR SALIYA XWE DE ŞAHIDÎ JI ZILMÊ RE KIR

Em li wan guhdarî dikin. Ji gerîlayan Rûbar Rohat di sala 1996'an de li navçeya Bedlî Xîzanê ji dayik bû. Malbat Rûbar ji ber pirsgirêkêna boriyê di sala 1998'an de koçî Mersînê kir. Rûbar, di pêvajoya 15'ê Sibatê de çar salî bû. Tevî ku emrê wî biçûk jî bû, zilma dewleta Tirk li gelê Kurd dikir, qet ji bîr nekiriye. Rûbar ji şaneşîna mala xwe li îşkenceya polîsên Tirk li Mersînê li ciwanên Kurd dikir temaşe dikir. Rûbar got, "Li pêşberî mala me qereqolek hebû. Hin ciwanên komplo şermezar kriin, hatibûn binçavkirin. Polîsan ew ciwan tazî kirin, li ber dîwarê qereqolê xistin rêzê û bi kemberê li wan dan. Di wê serma û seqema zivistanê de ava mîna qeşayê li wan dikirin. Min  jî bi awayekî matmayî lê temaşe dikir."

Rûbar ê ku ew bûyerên bi çavên zarokatiyê dît qet ji bîr nekir, bi naskirina cîhanê re haya xwe ji rastiyan çêbû. Ji ber ku li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin bû, di emrekî biçûk de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir. Piştî ku rastiya asîmîlasyonê û xeteriya komkujiya li ser gelê Kurd dît û têgihaşt, tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bû. Li ser vê bingehê di sala 2011'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Gerîla Rûbar got, "Eger ji bo azadiya xwe li cihê pêwîstî pê heye em ranehêjin çekan, em li dijî dijmin şer nekin, hingî ti wateya ciwantiya me nîne. Li hemberî asîmîlekirinê ji bilî berxwdanê ti şensê ciwanan nîne. Dewlet bi tenê êş û îşkenceyê li me dike. Azadî jî li nava refên gerîla ye. Heta Rêber Apo û gelê me azad bibe em ê têbikoşin, şer bikin."

KEÇA ERMENÎ YA BI HEZKIRINA OCALAN MEZIN BÛ

Barîna berfê dibe mijareke sohbeta me. Gerîla dibêjin berfa bi metreyan erd girtiye, qet zehmetiyê nade wan. Di dema vê sohbetê de gerîlayeke jin dibêje wê barîna berfê cara yekê li nava gerîla dîtiye. Em jê dipirsin bê ji ku ye û dibihîzin ku xwedî çîrokek balkêş e. Gerîla Viyan a ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, bi eslê xwe Ermenî ye. Malbata wê di dema qirkirna Ermeniyan a 1915'an de reviya û li Rojava bi cih bû. Û Kurdên bi wan re dijiya malbata Viyan parastin. Malbatê, Ocalan nas kir û pê ve hat girêdan.

Gerîla Viyan di 15'ê Sibata 1997'an de ji dayik bûye. Dema Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin Viyan du salî bû. Wê jî 15'ê Sibatê weke roja reş dît û ev roja ku di heman demê de rojbûna wê ye, bi li xwekirina kincên reş derbas kiriye. Viyan got, "Bi saya malbata xwe, hînê di emrê zarokatiyê de hezkirineke mezin a Rêbertî ket dilê min. Min nikarîbû dîlgirtina Rêbertî qebûl bikira. Hêrsa min a li hemberî dijmin û felsefeya jiyanê ya Rêbertî ez ber bi têkoşînê ve dikişand. Piştre min fêm kir ku şensê min heye, ez vê roja reş veguherînim ronahiyê. Ji bo azadiya Rêber Apo di sala 2012'an de tevlî nava refên PKK'ê bûm."

'JI BO AZADIYA JINÊ, EM RÊBERÊ XWE AZAD BIKIN'

Dema mirov mêvanê gerîla be, sohbet bêyî çay nabe. Dor hat Roşan. Gerîla Roşan ji Semsûrê ye. Di sala 1992'an de li Edeneyê ji dayik bû. Di nava malbateke bi bandoreke xurt a ol de mezin bû. Heta emrê ciwantiyê haya xwe ji Kurdbûna xwe tinebû. Hişmendiya Kurdbûyînê di dema xwendina li Zanîngeha Çûkûrovayê wergirt. Ji ber xebatên xwe yên siyasî û ciwanan di sala 2012'an de hat girtin. Bi qasî salekê li Girtîgeha Karataş a Edeneyê hat ragirtin. Li girtîgehê bêhtir derfet dît rastiya gelê xwe lêkolîn bike. Gerîla Roşan, tevî hişmendiya Kurdîtiyê, dema dibe xwedî hişmendiya azadiya jinê, hîn bêhtir dibe heyranê Ocalan. Bi derketina ji zîndanê re di sala 2013'an de tevlî nava refên gerîla bû. Roşan destnîşan dike, ku yek ji sedemên esasî yên tevlîbûna wê li nava refên gerîla, azadiya Ocalan e û got, "Dema Rêbertî dîl hat girtin, ez diçûm pola duyemîn a dibistana seretayî. Bi demê re, piştî ku min rastiya komploya 15'ê Sibatê û rastiya Rêbertî fêm kir, min biryar da tevlî nava têkoşînê bibim. Weke Kurdekê gihaştim wê baweriyê ku divê ji bo azadiyê şer bikim. Demokrasî, wekhevî û azadî têgînên di ruhê jinê de hene. Yên ku vê paradîgmayê jîndar bikin, zindî bikin û destketiyan werbigirin, em jin in. Weke milîtanên fedaî yên Rêberê me, berpirsyariya dikeve ser milê me, azadkirina Rêberê me yê ji bo azadiya jinê têdikoşe ye."

'KURD JI BER KU TESLÎM NEBÛN, AKP BI HOVANE ÊRÎŞ DIKE'

Gerîla diaxive, em lê guhdarî dikin. Her çîrokek me dibe nava cîhaneke din. Danê êvarê sohbeta me tê ser mijarên rojane. Zerdeşt Navdar ê ji Elcewz a Bedlîsê mafê axaftinê digire. Zerdeşt di sala 1988'an de ji dayik bû û di sala 2011'an de dema li Zanîngeha Akdenîzê dixwend, tevlî nava refên gerîla bû. Pêvajoya komploya 15'ê Sibatê baş tê bîrê. Destnîşan dike ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd de tevahiya gelê Kurd hedef hatine girtin. Zerdeşt dibêje ku bi êrîşên li Sûr, Cizîr û tevahiya gelê Kurd de komplo bi awayekî wehşî didome û got, "Di bingeha berxwedanên îro yên li Bakurê Kurdistanê de daxwaza azadiyê heye. Gelê Kurd ji ber ku teslîm nebûye, ji ber ku dest ji azadiya xwe bernedaye, AKP û çeteyên Erdogan bi awayekî wehşî êrîş dikin.

Gerîla Zerdeşt da xuyakirin, ku ji bo azadiya gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin û got, "Bila her kes zanibe, em ê tola her canekî me yê ji aliyê AKP'ê ve hatiye qetilkirin, ji sedî sed hilînin. Bersiva me ya li komployê wê bi vî rengî be."

...