YBŞ: Di berxwedana 11’ê Cotmehê de 41 çete hatin kuştin

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê ragihand ku di 8-11’ê Cotmehê de li herêma Geliyê Şîlo ya Şengalê 41 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê ragihand ku di 8-11’ê Cotmehê de li herêma Geliyê Şîlo ya Şengalê 41 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku gelek cebilxane jî hatin desteserkirin.

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê der barê pevçûnên 11’ê Cotmehê yên li herêma Geliyê Şîlo ya Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.

‘DI 3 ROJAN DE 41 ÇETE HATIN KUŞTIN’

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê de ev agahî hatin dayin:

“Di navbera 8-11’ê Cotmehê de li Geliyê Şîlo operasyonek hate destpêkirin. Li vê herêma ku 8 km’yan digire nav xwe, di çalakiyên roja yekemîn de 2 girên di destê çeteyan de hatin paqijkirin. Li gelek deran pevçûnan rû da, gelek qad ketin bin kontrola yekîneyên me yên Berxwedêr ên Geliyê Şîlo. Ji bo kontrolê bişkînin, çeteyan 4 rojan êrîş kirin, lê bi yekîneyên me yên berxwedêr ve hêzên HPG-YJA Star ên piştgiriya aktîf a operasyon dikirin, ev êrîş şkandin û derbeyên giran li çeteyan dan.

Di amadekariyên vê operasyonê de banga me hem ji PDK hem jî ji yekîneyên Êzidiyan ên din re çêbû, ku em tevgerek hevpar bikin. Her wiha ji hêzên Koalîsyonê jî ji bo êrîşên hewayî daxwazên me çêbûn. Ji bo vê operasyonê ti hêzên ku me daxwaza piştgiriyê jê kirin, alîkarî nedan.

Tevahî hêzên tevlî operasyonê bûn û di berxwedanê de cihê xwe girtin, bi hêza xwe ev pêngava bi serketî domandin û encamên girîng bi dest xistin. Bi pengavê taktîkên ku me di van 4 rojên pêvajoya şer de pêş xistine, hêviya me ya parastin û rizgarkirina Şengalê mezintir bûye. Bi vê hêvî û îradeyê, wê berxwedana me bi bîryarî berdewam bike.

GELEK CEBILXANE HATIN DESTESERKIRIN

Êrîşên wan ên 11’ê Cotmehê ji 3 baskan ve pêk anîn, tevahî hatin şkandin. Detayên van pevçûnan ev in: 

41 çete hatin kuştin, 14 çete jî birîndar bûn. Çeteyên ku hatin kuştin, cenazeyê 20’an di destê me de ne.

Kelûpelên hatin bidestxistin;

20 çekên Kleş, 64 şarjorê kleşê

2 çêkên M-16,

Çekek B-7 roketavêj, 10 roketên wê,

Êlekekî xwekujiyê (rext),

3 cîhazên biçûk ên dest,

5 dûrbîn (1 jê Nîkon),

12 Bombeyên dest,

Tabancayek Glok û gelek zîncîrên BKC û guleyên wê.

Di vê berxwedana bêhempa de 2 hevalên me bi lehengî li ber xwe dan û şehîd ketin. Agahiyên hevalên me yên şehîd wê piştre bên ragihandin.”