Yakişir ê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin hat defnkirin

Suleyman Yakişir ê li Amedê ji aliyê polîsan hate qetilkirin, li Goristana Yenîkoyê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Suleyman Yakişir ê li Amedê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, li Goristana Yenîkoyê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Suleyman Yakişir ê bi îdîaya di êrîşa li dijî wesayîta fermî ya polîsan ku vê sibê li pêşiya deriyê dawî yê Nexweşxaneya Welîdîn û Zarokan a li navçeya navendî ya Kayapinar a Amedê cih girtiye hatibû qetilkirin, li Goristana Yenîkoy hat defnkirin. Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîn a Gazî Yaşargîl a Amedê, cenazeyê Yakişir bi dirûşma, “Şehîd Namirin” ji nexweşxaneyê hat derxistin.

Ji rêxistinên DBP’e, HDP’ê yê Navçeyê, MEYA-DER’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê bi sedan kes tevlî merasîma cenazeyê bûn. Piştî li Goristana Yenîkoy karûbarên olî hatin bicihanîn, gel darbesta Yakişir girt ser milan û bi dirûşmên, “Suleyman Nemir e”, “PKK’e gel e, gel li vir e” bi meşê heta cihê defnkirinê hat. Birayê Yakişir bi destê xwe ax avêt ser gorê, jinan lorandin û demên hestiyar hatin jiyîn.

Piştî Yakişir spartin axê, Hevseroka MEYA-DER Ayşe Dîcle axaftinek kurt kir, destnîşan kir ku wê li têkoşîna Suleyman xwedî derkevin. Dîcle wiha axivî: “Bila dijmin vê baş bizane, bi kuştinê Kurd bi dawî nabin. Suleymanek diçe bi hezaran Suleyman tên.” Piştre mafê axaftinê Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Amedê Alî Şîmşek wergirt, bi bîr xist ku Suleyman li hember zilma dewletê li ber xwe daye.

Li ser navê malbatê kurap Orhan Yakişir axivî, bal kişand ku îro li vir bedenek defn kirine, lê wê fikrên Suleyman bi wan re bin. Yakişir wiha axivî: “Heta ev zilma hebe em ê hebûna xwe bidomînin. Êdî nuqteya ku em bi dewleta Tirk re hatinê cihê nûqteya ku xwişktî/biratî, aştî bê wate ye. Wê soza me bi hevrêyê me Suleyman, çalakiyên me bin.”

Hate diyarkirin ku ji bo Yakişir li Mala Şînê ya Temîra wê konê taziyeyê bê danîn.