Xelkê Qilebanê tevî barana zêde jî li qada Newrozê bû

Li Qilebanê tevî barana zêde jî agirê Newrozê hate pêxistin. Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya di Newrozê de axivî û got: “Heta ku tecrîda li ser Birêz Ocalan neyê şikandin, em nikarin jiyaneke azad biafirînin.”

NEWROZA QILEBANÊ

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Qileban a Şirnexê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye”pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Parlamenterê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, Tevgera Jinên Azad (TJa) Dayikên Aştiyê û bi sedan kes tev li pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê rojek berê bi alên DEM Partiyê hate xemilandin. Ji şevê din ve li navçeyê baraneke zêde dibare lê tevî vê yekê jî jin û ciwan bi kiras û fîstan, bi leş û şepikên xwe herikîn qada Newrozê. 

Qilebaniyên ku xwe bi rengên kesk, sor û zer xemilandin, di bin baranê de govend gerandin. Dîmenên rengîn derketin holê û jin tevî zarokên xwe tev li bûn. Welatiyên kal jî bi şemsiyeyên xwe hatin qada pîrozbahiyê. 

Di pîrozbahiyê de ji ewil Hevserokên DEM Partiyê yên Qilebanê gel silav kirin û piştre jî namzetên hevşaredariyê yên navçeyê Ferîde Ender û Alî Urek axivîn.  

Ferîde Ender Newroz li her kesî pîroz kir. Urek jî ev tişt anî ziman: “Em bi ruhê gelê me yê ji xaka xwe dûr Cejna Newrozê pîroz dikin. Em ê bi coş û enerjiya Newrozê bi ser kevin.” 

Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî û wiha bal kişand ser hilbijartinên 31’ê Adarê: “Gelek zêde dema me nema ye. Di vê em ji bo hilbijartina namzetên xwe lez bidin xebatên xwe. Divê em îradeya xwe nîşanî hemû dost û dijminên xwe bidin.”  

Herî dawî jî Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya axivî û bal kişand ser girîngiya Newrozê ya ji bo gelê kurd. Kaya, wiha got: “Newroz, hişyarbûna gelê kurd e. Newroz, avakirina neteweya kurd e. Di dilê ciwanan de azadî ye. Newroz, avakirina berxwedanê ye. Wateya Newrozê ya li Botanê cuda ye. Newroza 92’yan berxwedan mezin kir. Bi sala ye em li ser vê xakê dijîn lê nasnameya me tê înkarkirin. Mafê me yê jiyanê tê tunekirin. Ziman û xaka me tune tê hesibandin. Di Komkujiya Roboskê de 34 ciwanên me qetil kirin. Em li vir careke din dibêjin, hûn nikarin serhildan û berxwedana me têk bibin. Hûn nikarin hebûna me tune bikin.” 

Di berdewamê de Kaya bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên dewletê û axaftina xwe wiha qedand: “Dewlet li dijî jin û ciwanan polîtîkayên şerê taybet xistiye meriyetê. Em ê tevî gelê xwe van polîtîkayan vala derxînin. Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalan neyê rakirin em ê nekarin jiyaneke azad ava bikin. Bila tecrîd rabe. Bila gelên kurd û Tirkiyeyê bi hev re jiyaneke azad ava bikin.” 

Piştî axaftinan jî agirê Newrozê hate vêxistin. Dema agirê Newrozê hatî vêxistin, bi sedan kesan bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. 

Piştre jî hunermend Hozan Şervan, Hozan Ercan û Hozan Cesîm derketin ser dikê. 

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.