Xelkê Mexmûrê şehîdên Heftiya Qehremaniyê bi bîr anîn

Li wargeha penaberan a mexmûrê şehîdên Heftiya Qehremaniyê û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Fazil Botan hatin bîranîn.

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya Heftiya Qehremaniyê sînevizyonek li ser Şehîdên Heftiya Qehremaniyê ku ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan ve hatibû amadekirin, hat nîşandan. Herwiha Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Fazil Botan (Ahmet Şeker) jî hat bîranîn.

Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna gel û xwendevanên wargehê û bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê Dayîka Şehîd Dilovan Îşlek, Helîm Îşlek li ser navê gelê amade axivî û got: “Şehîd wate û jiyana me ne. Em tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Em soz didin şehîdan, heta ku em saxin em ê li pey doza wan biçin. Em ê ala şehîdên xwe bilind bikin û ez serkeftinê ji we tevan re dixwazim.”

Piştî axaftinê, sînevîzyona ku li ser Şehîdên Heftiya Qehremaniyê û jiyan û têkoşîna Fermandar Fazil Botan hatibû amadekirin, hat temaşekirin.