Xelkê Amedê ji ber krîza aboriyê di nava zor û zehmetiyê de ye

Xelkê Amedê diyar kir, ku ku ji ber pirsgirêkên aborî yên li Tirkiyeyê rojên zehmet derbas dikin û rexneyên xwe yên li ser polîtîkayên xelet ên desthilatê yên di warê aboriyê de anîn ziman.

Dikandar, kedkar, kirêdar û karmend her kes ji ber pirsgirêkên aborî gazindan dike. Gel bertekên xwe  nîşanî desthilata AKP-MHP’ê dide.

Gelê Amedê pirsgirêkên xwe yên aborî ji ANF'ê re vegotin.

Ridvan Keser: Êdî hêza însanan ya kirînê nemaye. Hewce ye em vê rewşê ji Erdogan bipirsin. Ew debara xwe çawa dike, meaşê ku însan distînin çiqas e? Qezenca wan çiqas e? Bila ew jî li gorî wê debara xwe bike. Sebeba pirsgirêkên aborî Erdogan bi xwe ye. Erdogan dibêje ez aborînas im, pirtûka aboriyê nivîsandiye lê me xwend, wî nexwendiye. Heya ku ew neçe pirsgirêkên aborî çareser nabin. Her çend ew çavkaniyên heyî ji desthilat û derdora xwe re belav bike, wê gel feqîrtir û perîşantir bibe. 

ABORÎ DI REWŞEKA PIR XIRAB DE YE

Devrîm Denîz: Dema mirov ji alîgirên AKP'ê dipirse, hemû di heman fikrê de ne. Aborî êdî di rewşeke pir xirab de ye. Bi rastî jî em niha di rewşeke pir xirab de ne. Em a niha nikarin kar bikin, em wek esnaf di rewşeke pir xirab de ne. Ji xwe pere di bêrîka gel de tune ye. Piraniya gelê Amedê di bin mûçeya asgarî de dixebitin. Sedema xirabbûna aborîyê, polîtîkayên şaş ên dewletê ye. Aboriya dewletê girêdayî derve û dolarî ye. Em ji ber bêîstîkrariya aborî ya dewletê, polîtîkayên şaş û nelihevkirina siyaseta wê di rewşeke wiha xirab de ne. Êdî di aboriyê de baweriyê nade gel.

EM ÊDÎ ROJANE DIJÎN 

Mehmet Yaşar: Êdî pêşerojeka zarokên min tune ye. Tu hêviyên me ji pêşerojê nemane. Em êdî rojane dijîn. Li vî welatî  hin kesekî 40 salî bi keştiyan dilîze, kesekî 60 salî jî  ji bo ku teqawid bibe, di rewşeka pir xirab de ye. 

Seyda Goyana: Ev salek e ez nikarim herim aşxaneyekê. Ji ber ku pereyê min  tune ye ez nikarim bi rihetî xwarinekê jî bixwim. Ji kesên ku vê rewşa xirab qebûl dikin re ez nikartim tu tiştî bibêjim. Dilê min bi kesên ku dengê xwe didin wan û şukur dikin, dişewite.