Til Temir li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava û Bakurê Kurdistanê rabû

Şêniyên bajarê Til Temir a Rojava bi pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb û Asûrî li dijî kiriyarên dewleta dagirker a Tirk çalakî li dar xistin û diyar kirin ku wê bi berxwedan û têkoşînê hesab ji hêzên dagirker û mêtinger bixwazin.

Bi armanca şermezarkirina binçavkirina Hevserokên Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û protestokirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Bakurê Sûriyeyê, gelê Til Temirê daket kolanan. Xwepêşandan ji aliyê Kogreya Star ve hate orgenîzekirin ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir. Çalakgerên ku dirûşmeyên li dijî dewleta Tirk berz kirin, al û sembolên Kurdî û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên “Em êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên wê li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê şermezar dikin”, “Em berxwedaniya herêma Şehba û Amedê silav dikin”, “Bijî berxwedana QSD’ê”, “Bi berxwedanî û têkoşînê em ê hesab ji hêzên dagirker û mîtinger bixwazin” hildan û heta Çerxerêya Biratiya Gelan a li navenda bajêr meşiyan.

Li vir Endama Rêveberiya Kongreya Star a Til Temirê Ronahî Çiya axivî û got ku xwepêşandana îro bi beşdarbûna hemû pêkhatyên Sûriyeyê hatî lidarxistin îsbat dike ku gelê Sûriye wê serê xwe ji ti dagirkeran re netewîne.

Ronahî Çiya, siyaseta hov a dewleta Tirk a ku li dijî gelê Bakurê Kurdisatanê şermezar kir û wiha dewam kir: “Ev kiryarên Tirkiyeyê nîşan dide ku siyaseta wan a li hemberî berxwedaniya gelê Kurd îflas kiriye.” Rêvebera Kongreya Star bang li gelê Kurd û hemû gelên herêmê kir ku li hemberî dewleta Tirk a faşîst bêdeng nemînin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.