Tabûra HPC-Jin hat avakirin

Tabûra HPC-Jin a yekem ku girêdayî Komîna Taxa Keles a Hesekê hat avakirin.

Hêzên Parastina Civakî –Jinê (HPC-Jin) bi hevkariya Kongreya Star, bi tevlîbûna 25 jinan dewereya perwerdê qedandin. Dewreya jinan 5 rojan dewam kir. Piştî dewreyê yekem tabûra HPC-Jin a komîna ku ji 25 endaman pêk tê bi merasîmekê hate ragihandin.

Bi merasîmekî leşkerî damezrandina Tabûra yekem a HPC-Jin hat ragihandin. Endamên Kongreya Star û HPC-Jin jî di nav de bi dehan kes tevlî merasîmê bûn.

Li ser navê HPC-Jin Firyal Mihemed axivî û got: "Armanca avakirin û ragihandina Tabûrê parastina hundirê civakê û piştevaniya şervanan e, em ê parasitna nava taxan bikin"

Di berdewama merasîmê de Endama Kongreya Star Şêrîn Oso axivî û destnîşan kir ku di Şoreşa Rojava de gelek serkeftênên berbiçav hatin pêk anîn û got ku ev serkeftin bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwîna têkoşeran hatiye bidestxistin.

Endama HPC-Jin a bi navê Tûrrfe Qasim axivî û got: "Ji bo ez erka xweparstinê pêk bînin ez tevlî vê tabûrê bûme." Endamek din a HPC-Jin Saadet Elo jî wiha got: "Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinê îro di Şoreşa Rojava de hat pêk anîn û avakirina vê tabûrê nîşana rola jinê ya aktîf di şoreşê de ye."

Tabûr bi têkoşer Xwîndar Xabûr a di 22’ê Îlona 2014’an de li bajarokê Mebrûka ya Serêkaniyê şehîd bibû hate binavkirin.