Şerê di 24'ê Tîrmehê de hat destpêkirin AKP xitimand

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, şerê di 24'ê Tîrmehê de li dijî Tevgera Kurd hat destpêkirin AKP xitimand û destnîşan kir, siberoja Tirkiyeyê bi bicihanîna nêrînên Ocalan ve girêdayî ye.

Kalkan di salvegera şerê topyekûn ê hikûmeta AKP'ê li dijî Tevgera Kurd îlan kir de axivî û got, eger pêşî li siyaseta heyî ya dewleta Tirk neyê girtin wê encamên tirsnak ên ji faşîzma Hîtler û wehşeta DAIŞ'ê girantir rû bidin.

Kalkan da xuyakirin, AKP dixwaze miriyên civaka Kurd, hestiyên miriyan jî tine bike û destnîşan kir, ku yên li Cizîrê, Madimak û odeyên gazê yên Hîtler hatin kirin weke hev in. Kalkan bibîr xist, ku hêzên dewletê benzîn rijand ser birîndaran û ew şewitand.

Kalkan diyar kir, hikûmeta AKP'ê ya ji aliyekî ve dixwaze serî li Kurdan bide tewandin, li aliyê din serî li ber hêzên navneteweyî tewandiye û got, "Heta ku ev zîhniyeta qetlîamker dewam bike, gotinên 'em ê dostên xwe zêde bikin, li cîhanê aştî, li welêt aştî, hemû pûç in."

Kalkan destnîşan kir, siberoja Tirkiyeyê bi bicihanîna nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.

Dûran Kalkan li ser şerê di 24'ê Tîrmehê de hat destpêkirin û rewşa siyasî ya ji ber vî şerî rû da, bersiv da pirsên me:

XWESERIYA DEMOKRATÎK PROJEYEKE 12 SALAN E

Li Bakurê Kurdistanê, meclîsên gel ên li gelek navendan xwerêveberî ragihandin. Van îlanan cihekî bi çi rengî di vê pêvajoyê de girt? Li ser bingeha kîjan mesajan, ev îlan hat kirin?

Li gorî ragihandina xweseriya Demokratîk her dever wê xebatên pratîk bikirana, xwe li gorî wê birêxistin bikira. Li gundekî, bajarokekî, li taxekê, li hemû qadan rê li ber rêxistineke bi vî rengî û avakirina jiyaneke nû vebû. Ji wê rojê ve berdewam dike. Ango ev pêvajoya 12 salan e.

Di vê rastekê de Tîrmeha 2011’an KCD’ê li gorî xwe ragihandinek kir. Li Amedê meclîsek ragihanin û xwestin vê sazkar bikin. Ragihandinên xweseriyê yên piştî 24’ê Tîrmehê lêgerîna sazkarkirinê ye.

Baş e, ji bo çi piştî 24’ê Tîrmehê geşedanên pratîk ên bi vî rengî derketin holê? Ji ber ku êrîşên 24’ê Tîrmehê vînek derxiste holê. Hemû lêgerînên demokrasiyê û azadiyê weke dijmin ragihand. Bi teşeyê, ‘’tekane vîn ez im, tekane otorîte ez im, her kes wê li gorî wê tevbigere’’ derkete holê. Davutoglu weke serokwezîrekî ev çend caran dubare kir. Hikûmeta Enqerê, di serî de Kurd, gel li hemû hêzên demokratîk û azadîxwaz ên Tirkiyê xwar. Got, ‘’heya bi kitekitan hemû biryar wê ji min derkevin.’’

ÊRÎŞÊN TESFIYEYÊ RÊ LI BER BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ VEKIRIN

Ji bo vê pêk bîne jî operasyona mezin a leşkerî û qirkirina siyasî da destpêkirin. Di operasyona qirkirina siyasî de, ew rûyên tarî yên çeteyên faşîst, bê pirs hêzên demokratîk û derdorên siyasî û sivîl binçav kirin û ew girtin. Li Bakur û Başûr êrîşên herî giran ên dîroka TC dan destpêkirin. Hate wê rewşê ku bi eşkereyî şoreşa Rojava, YPG’ê û YPJ’ê tehdît bike. Tenê ne gotin, ji bo ku gotinên xwe pêk bînin, êrîşeke hovane ya qirkirinê dane destpêkirin.

Hêza faşîst a navend, dema ku ji bo her cure hêzên demokrasiyê û azadiyê, ramana wê beralî bike, dest bi êrîşa kir, hêzên demokratîk jî ketin pozîsyona xweparastinê. Ti rewşeke ji vê siruştî û mecbûrîtir nedibû.

Gelê li Kurdistanê li ser bingehê xwerêberinê, li hemberî êrîşên ku hikûmeta Davutoglu ketin xweparastinê. Tişta bûyî ev e, ragihandinên xweseriya demokratîk li ser vî bingehî derkete holê. Ku ev bi vî awayî nehatana kirin, wê bi temamî bihatana çewisdandin.

BERXWEDAN NEBÛYA WÊ ÊRÎŞ HÎN BÊHTIR BÛYA

Ango bi rêbazeke din têkoşîn nedibû?

Wekî dî çi dikarîbû bihatana kirin? Mînak, 2-3 taxan xwe birêxistin kirine, di navbera xwe de hevkarî kirine û dixwazin hin problemên  xwe çareser bikin. Lê dewlet tê û dixwaze wan biçewisîne. Derkete holê ne tenê dixwest ku wan biçewisîne, dixwest hemûya bide koçkirin jî. Plana çalakiyê ya têkbirinê plana tehcîkirina mezin e. Gel ji bo ku li welatên xwe bimînin, neçar man ku bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Ango ev berxwedan xweparastin neçar ge civakê bû.

Eger ew êrîş nehatana kirin, ragihandina xwerêveberiyê ya bi vî rengî û xweparastin nedibû. Ji bo çi li Cizîrê, Sûrê û Geverê berxwedan çêbû? Ji ber ku li Cizîrê û Sûrê êrîş çêbûn. Ango belesebep tiştên wiha pêk nehatin. Dibêjin, ‘’xwerêveberî hate ragihandin.’’ Jixwe ku  nebûna, nedihate ragihandin. Naxwe ji berê ve hebûya.

Ya din, ji bo çi ketin xweparastinê? Êrîş hebûn û ji bo vê jî ketin xweparastinê. Niha, ev meclîsa Cizîrê, hêzên gewherî yên wê meclîsê çûne Enqere û êrîş birine ser taxa Davutoglû û mala wî? Na. Berovajiyê vê, hêzên di bin fermanaDavutoglu de, çûn êrîş birin ser mala Asya Yuksel û Mehmet Tunç. Heke li ber xwe nedana Êrîşê wê girantir bûna.

Ku li ber xwe nedana wê çi bibûya?

Ku li ber xwe nedana wê hê bêhtir bihatan çewisandin, wê rûmeta xwe ya mirovbûnê û şanaziya xwe ji dest berdana. Wê ji însanbûnê, civakîbûnê bihatan derêxistin. Plana têkbirinê dernekete holê? Vê planê armanc dikir ku bi sed hezaran mirov ji cih û warên wan bike. Ji Şemzînanê ta bi Kilîsê wê hemû sînor vala bikirana. Wê ew bajar hemû bihatana valakirin.

XWESTIN KESÊN AMADE NE BIBIN KOLEYÊN AKP'Ê LI KURDISTANÊ BI CIH BIKIN

Nifûsa Tirkmen ku li Exlata Betlîsê bi cih kirin û wargehên ku îro dixwazin li herêmên Elewî yên Kurd çêbikin parçeyek ji vê planê ye?

Belê, li kû derê çi navendeka ku nûnertîya netewbûna demokratîk a Kurdan hebûya wê ew der belav bikirana. Li şûna wan jî wê penebarên ku ji Sûrî hatin bihatana danîn. Ji Balkanan, Kafkasyayan, Asyaya Navîn mirovana tînin û dicivînin. Wê Kurd, Elewî, demokrat, welatparêz ji cih û warên wan bikirina û van komikên ku wê ji AKP’ê re xulamtî bikirana, li wan deveran bicihbikirana.

A rast wê ev plan ji Cizîrê, Sûrê, Nisêbînê bidana destpêkirin, lê ji ber ku li wan deveran berxwedan çêbû nikarîbûn pêk bînîn û hê jî ji ber ku berxwedan heye nikarin. Li cihên ku berxwedan lê nîn e niha diceribînin. Ku berxwedan nebûna tişta ku dewletê wê bikira em ji Teroyan dikarin fêhm bikin. Li ser tevahiya sînro, bi vî awayî dixwazin nifûsekê bicivînin.

Ev şerê ku di vê salê de hate birêvebirin, hişmendiya AKP’ê bi zelalî nîşan da. Ne Hîtler û ne jî Mûsolînî ev kir, li ti devera dinyayê ev nehate kirin. Ji qirkirinê wêdetir e. Çı kesê ku weke wan nafikirin dixwazin tehf bidin, biçewisînin, li şûna wê komikên ku ji faşîzmê re xulamtiyê dikin deynin û bibin bela serê dinyayê.

Di vê mijarê de em bang li hemû dinyayê dikin; DYA, YE, Rûsya bila aqilê xwe bi serê xwe bînin. Heke pêşî li siyasta dewleta TC’ê neyê girtin, wê lî encamên ku Hîtler û DAÎŞ’ê bi xwe re anîn, xirabtir encaman bînin. Ev encam bi dehan salan wê bibin bela serê dinyayê. Wê çeteyên ku çi hatin ber wan hilweşînîn, bişewitînîn biafirînin.

Erdogan gefan li her kesî dixwe. Got, ‘’wê li filan deverê êrîş bibe’’ û bû. Kontrgerîlaya Tirk di paşerojê de jî tiştên wiha kirin. Ji bo vê jî wê encamên taloke ku wê bibin bela serê her kesî derkevin holê. Niha li ser Kurdan qirkirinê dikin lê bila kes nebêje wê tenê bi Kurdan re sînordar bimîne. Komika ku Erdogan wê biafirîne, hişmendî û hêza ku wê derxîne holê, ji bo hemû dinyayê bibe taloke. Divê her kes vê bizanibe û li gorî vê jî tevdîran bistîne.

Di encama şerê ku zivistanê geş bûyî, gelek bajarên Kurdistanê hatin şewitanin. We diyar kir faşîzmeke ku ji faşîzma Hîtler bihurî derkete holê. Ev berxwedana li dijî vê faşîzmê bi awayekî ber bi çav çi bi dest xist? Çi parast? Berxwedanê ji bo piştî niha rê li ber çi vekir?

Ya pêşî, ev derkete holê: Li ser bingehê Plana Çalakiyê ya Têkbirinê êrîşên pir berfireh hene û bi vê dixwazin ku civakîbûna Kurdan beralî bikin. Dixwazin rêxistinbûyina wan belav bikin û bajaribûna Kurdan ji holê rakin. Hem belgeyên ku derketin holê û hem jî êrîşên ku Erdogan ev salek e didimîne ev bi zelalî derxiste holê.

RÊVEBERIYA LI KURDISTANÊ RADESTÎ ARTÊŞA FAŞÎST HAT KIRIN

Ji sepanîna armanceke bi vî rengî hesabên wan çi bûn?

Ji dewlet û hikûmetê weye ku ev wê bi hêsanî pêk bihata. Ji ber ku di serî de gotinên wiha kirin ku ji wan weye bi hêsanî ev ê pêk were. Davutoglu digot, ‘’me îşev 300 êrîş birin ser wan, me îşev 500 sortî kirin’’ Bi rêbazên DAÎŞ’î yê hêwilnak xwestin bitirsînin û PKK’ê, civaka Kurd ji berxwedanê bixin û ji berxwedanê dûr bixin. Hinan ji Davutoglu re gotibû, nikarin li ber xwe bidin. Çavê wan li serkeftineke erzan bû. Lê wiha nebû.

Li hemberî êrîşên faşîst di civaka Kurd û gerîlayên wê de giyanê berxwedanê derkete holê. Bi vê wateyê berxwedaneke civakî derket holê. Gerilayên Kurd li dijî faşîzma DAÎŞ’ê berxwedaneke ku mirovahiyê rizgar bike nîşan daye û berdêlên wê jî daye. Lê şerê li dijî DAÎŞ’ê gerîlayên Kurd ji qewet nexist. Beravajî vê, gerîla xurt kir. Îtîbara wê û rûmeta wê bilin kir. Tevlêbûna li gerîlayan zêdetir bû. Tecrûbe bi dest ve anî. Hate wê rewşê ku bikaribe bi şev û roj, li deştê, çiyê, bajêr, zivistanî û havînî şer bike.

Piştî êrîşên 24’ê Tîrmehê li Bakur jî gerîla kete nav berxwedanê. Li gorî hikûmeta Davutoglu çend yekîneyên gerîla yan mabûn an jî nemabûn. Piştî çend êrîşên hewayî ew jî yan wê bitirsin, biçewisin an jî bipirnisin. Lê gerîla kete nav tevgerê, hemû rê girtin. Payiza 2015’an artêşa Tirk kete rewşeke wiha ku nema karîbû xwe tev bilebitîne. Darbeyên xweş xwarin. Vê jî ew qutifandin.

Berxwedan tenê bi gerîlaya sînordar nema. Ciwan ji bo ku taxên xwe û kuçeyên xwe biparêzin ketin nav berxwedanê. Civaka demokratîk, xwerêveberî ragihandin û biryara berxwedanê dan. Destek da gerîla û ciwanan. Xendek û barîkat wiha derketin holê. YDGH rêxistineke protestoyê bû, bi carekê re bû rêxistina ciwanên berxwedêr ku taxên xwe, kuçeyên xwe bi çifetyên takekesî diparêze.

Li ser encamên ku ji hêlekê ve ji ber xwe ve û ji hêlekê ve jî li ser têkoşîna ku ji berê ve pêk dihat, ya ku perwerde û rêxistinbûnê pêk anîbû, li hemberî êrîşkariya giştî ya 24’ê Tîrmehê li Kurdistanê berxwedaneke mezin rû da. Şîar zelal bû: teslîmbûn dibe îxanetê û pasîfîzm dibe têkçûnê û berxwedan dibe serkeftinê. Bi vî awayî li dijî faşîzmê ciwan ji hêla ramanî û pratîk ve kete berxwedanê. Li hemberî her cure mêyla teslîmbûnê bi lehengî kete nav berxwedaneke ramanî û pratîk. Meyla berxwedanê her ku çû bû meyla herî xurt. Civak kete nav berxwedaneke mezin.

Li ser vê qedexeya derketine derve ragihandin, tax dorpêç kirin. Lehengî û pêşengtiya Cizîrê derkete holê. 10 rojan ciwanên Cizîrê li ber xwe dan, nehiştin ku hêzên taybet ên faşîst têkevin kuçeyên wan. Taxên xwe parastin. Vê rewşê hikûmeta Davutoglu û faşîzma TC’ê qutifand û hejijand. Dîtin ku nikarin ji xwe re biçînin nîskê. Ango ev ne wiha hêsan e.

Li ser vê, di navbera Tayyîp Erdogan, Artêş û hemû hezên ên Ergenekonî de peymaneke nû hate girêdan. Erdogan dijminati 93 salî ya ku bi peymana Lozanê pêk hatibû, pejirand. Siyaseta MHP’ê û CHP’ê pejirand. Ji beo bê jî rêveberina Kurdistanê bi dest Serekerkaniyê, artêşê, hêzên şerê taybet ve berda. Wan jî qebûl kirin ku Erdogan li ser desthilatdariyê bimîne.

YA KU DAIŞ'Ê NEKIR, KIRIN

Piştî 14’ê Kanûnê bi teng û topan ketin bajaran, serekerkaniyê biryargeha xwe li Şirnexê danî. Hêzên zeryayî jî li Botanê bi cih kirin. Ciwan, yixtiyar çi qas şervanên şerê taybet ê faşîst hebûna dîtîn û anîn. Ên ku li girtîgehên bûn ji girtîgehê derxistin. Bi ser de ji DAIŞ  û El Qaîde hêz anîn. Ji Balkan û Kafkasan komên çete anîn û hemû berdane Kurdistanê. Ji 14’ê Kanunê ve bi hovîtî, şewitandin û kavirlkirina ku ji rêbazên DAÎŞ’ê hê xirabtir, ji rêbazên Srî Lankayê hê xirabtir, komkujî, qirkirin li tax û bajarên Bakurê Kurdistanê ferz kirin. Li Cizîrê, Surê, Nisêbînê, Gever û Şirnexê ev pêk hat.

Li gel vê jî, dema ku dîtin gel li ber xwe dide, dev ji kuçe û taxên xwe bernade, vê carê jî, bi teng û topan mal hilweşanin û di nîvê zivistanê de gel ji malên wan û bajarên wan kirin. Kesên ku derneketin jî hatin kuştin. Cinaze bi hefteyan li kuçeyan man. Bi hişekereyî dikare were gotin, tişta ku DAIŞ’ê nekirî van kir.

AKP’ê rêbazên di qirkirina Ermenan de bi kar anî. Li Kurdistanê rêbazên ku di ti komkujiyan de nehatine bikaranîn, bo awayekî hovane bi kar anîn. Şehîdgeh bombe kirin. Ango xwestin ne tenê Kurdên zindî, xwestin Kurdên mirî jî bikujun; ne tên yê zindî, hestiyan jî tune bikin. Ew çend ji hiş çû, Erdogan digot, çi tiştê têkildarî Kuran hebe, ‘’em ê kaf û kun bikin’’ Bi rastî jî xwestin serobino bikin. Hemû nirxên dîrokî, pevcivîna kulturî hilweşanin, şewitandin, talan kirin.

Sûr, bajarekî bi kêmanî 5 hezar salî ye. Bajarekî antîk . NY û UNESCO’yê ew kirine parastinê. Ne tenê yê Kurdan bû, bermahiya mirovahiyê bû. Erdogan kaf û kun kir. Niha dibêjin, ‘’PKK’ê ev kirin.’’ Hey zilamê nekes! Derfetên PKK’ê hene ku wan tiştan bike? PKK bixwaze bike jî nikare bike. Ew qas bîna bi teng û topan PKK’ê hilweşan? Di destê PKK’ê de çend teng û top hene? Kîjan dozer hene?

Tiştên ku hatine kirin dişibin ku 3’yê Tîrmeha 1993’an ku li otêla Madimakê hatine kirin, dişibe komkujiya Yahudîyan ku Hîtler li odeyên gazê bi serê wan de anî. Jêrzemînên Cizîrê jî wiha ne. Bi ser mirovên birîndar de benzîn rijandin û ew şewitandin. Bîna hilweşandin. Niha hê ji nasnameya bi sedan mirovî kişf nebûye û ew li goristanên bê kesan têne veşartin. Ev 5 meh in têne lêkolîn lê hê jî nasnameyên wan kifş nebûne. Ên ku hevşibên v îtiştî kirin ji hêla mirovahiyê ve hatin tawanbarkirin û cizayê giran li wan birîn.

Niha, bi êrîşeke bi vî rengî xwestin ku berxwedanê bişkînin. Xwestin qirkirina Kurdan pêk bînin. Berxwederên Cizîrê ev baş dîtin û Mehmet Tunç derket û got, ‘’em ê çokê daneynin!’’ Piştre Erdogan jî gt, ‘’An wê serê xwe bitewînin an jî wê serê xwe bidin!’’ , ‘’Yan wê radest bibin û çokan deynin yan jî em ê wan tune bikin!’’ Tişta ku Serokomar Erdogan danî ber Kurdan ev bû. Yan tu yê li ber min çok deynî yan jî ez ê te tune bikim. Rêyeke dî nîn e. Xwestin vê bikin. Li hemberî vê ji berxwedana lehengiyê pêk hat.

Berxwedana li Cizîrê û Surê bajarên din parastin, xwe parastin. Gel li gel hemû hejarî û dijwariyan jî, komkujiyan jî dev ji cih û warê xwe berneda, ji kuçeyekê çû kuçeyeke dî, ji bajêr çû gund, lê dev ji şûnwarê xwe, Kurdistanê berneda. Ku fersend bi dest ket jî kete nav berxwedanê.

Belê, gelek bajar kavil kirin, şewitanin, talan kirin, bi sedan mirov kuştin, bîlanço hê ne diyar e, tê lêkolandin. Hêvî dikim di demeke nêz de were ragihandin. Zelalkirina gişî zehmet xuya dike.

Niha zelal dibe: Vexwarine û ji hiş çûne, ji bo ku xwîna Kurdan vexwin hatine perwerdekirin, birêxistin û şandina Kurdistanê. AKP’ê tam keriyên kujer ên faşîst ên xweyî giyanên sadîst çêkirine û perwerde kirine.
Ev komika ku îro Kurdan qetil dike sibehî jî wê bibe bela serê hemû dinyayê. Her kes ji niha ve divê bi tevdîr be.

Ji van hemû tiştan, encama sereke ku divê were derxistin çiye?

Encam; Kurdan berdêlên giran dan lê li ber xwe dan, şerê xwe kirin. Hatin kuştin, lê kuştin jî. Têkoşîn û têdikoşin. Vê berxwedanê rûmetek da. Vîneke nû ya civakî pêk anî. Kîn û hêrseke mezin çêbû. Mirovên Kurd ên wekî Mehmet Tûnç hene ku bi felsefe û giyanekî wiha gihiştine ku digot, heya dawiyê bi berxwederên xwe şanaz bibin. Ev ji bo Kurdan destketineke mezin a dîrokî ya Kurdan e.

Malên xwe, kuçeyên xwe, hin nirxên xwe yên dîrokî ji dest dan lê bi berxwedanê nîşan dan ku ew dikarin bi ser bikevin. Belê, hê têkoşîn neqediyaye, serkeftina dawî hê pêk nehatiye. Azadî û demokrasî hê bi dest ve nehatiye, çareseriya Xweseriya Demokratîk hê pêk nehatiye. Ji bo vê bi maweyeke dirêj, bi rêbazên rast, planên nû pêdivî bi têkoşînê heye.

Potansiyela ku wê têkoşîneke bi vî rengî derxîne holê jî, bi berxwedana sala çûyî derketiye holê. Şanazî, vîn, hişmendî û rêxistiniya Kurdan a ku bikarıbe berxwedaneke ku serkeftinê bi xwe re bîne, heye. Pevcivîna mezin derketiye holê. Ji bo vê jî serkeftinên hewce bi hêsanî dikare bi dest bixe. Berxwedana ku serkeftinê dixwaze di pêvajoya têdeyî de dikare pêk bîne û ji serkeftinên siyasî û leşkerî yên li Rojava pêk hatin meztir serkeftinan li Bakurê Kurdistanê bi rehetî dikare pêk bîne. Tiştên ku zivistanê hatin jiyîn di êşa Kurdan de hatin pijîn.

YÊN DIBÊJIN 'WE LI BER XWE NEDABÛNA' NE ENDAMÊN NETEWEBÛNA DEMOKRATÎK A KURD IN

Ku wiha be, ji bo kesên ku dibêjin, ‘’ev qas hilweşîn çêbû, divê li ber xwe nedane!’’ hûn ê çi bibêjin?

Kesên ku dibêjin, diviya li ber xwe nedana, xayin in, hevkarên dewletê ne, teslîmeykar in. Ew ne endamê netewbûna demokratîk a Kurdan in. Ji bo netewbûna demokratîk a Kurdan, Rêber Apo got, ‘’netewe hişmendiyê’’.  Netewebûneke bi wî rengî ye ku bi armanceke hevpar, ramaneke hevpar,jiyaneke komun pêk tê. Ji bo vê jî, kesên wiha ne endamên netewebûna demokratîk a Kurdan in. Li derveyî vê ne û divê bêhtir werin dûrxistin.

Ji hêla faşîzma netew-dewletê ya Tirk ve jî, Tayyîp Erdogan dibêje, ‘’em ser ketin!’’ lê piştî wê jî dilerize. Dibêjin me serkeftinên mezin bi dest ve anîn lê piştre jî tifa xwe dialêsin. Ên ku digotin, ‘’ez ê çokê li Kurdan bişkînim’’ niha li ber Yahudiyan, Rûsan, Emrîkiyan , Ewropiyan çokên xwe danîne. Ne diviya ji Kurdan re bigotana, ‘’em ê çokê li we bişkînin’’ ne jî diviyabû li hember hine dî çok danîna. Her du jî ne baş in. Ên ku li ber hine dî gotin em ê çokê li wan bişkînin, dema ku ev pêk neanîn, ew bi xwe li hemberî hine dî çok danîn.

'EM Ê DIJMINÊN XWE KÊM BIKIN' TÊ WATEYA YEKANE DIJMINÊ ME KURD Û PKK YE

Beremberiya siyaseta ku van rojan Bînalî Yildirim dibêje, ‘’em ê dijminên xwe kêm bikin’’ li Kurdistanê çiye? 

Dixwaze were gotin, ‘’Em ê dijminan kêm bikin, dijminê me tenê PKK û Kurd in.’’  Ji xeynî vê xwedêgiravî  wê her kesî bikin dost û bikin parçeyek ji êrîşên dijî Kurdan. Ango vê dibêjin: Ango di şerê vê salê de dewleta TC û hikûmeta AKP’ê têkçûyî ye. Ku serkeftî bûna pêdivî bi polîtikayeke bi vî rengî nedidîtin. Evqasî destê xwe venedkirin û lava nedikirin. Hêviya xwe bi piştevaniyê dinyayê û têkiliyên bi wan ve girênedidan. Di têkoşîna salekê de qels mane û têk çûne.

Her tişt hilweşandin, şewitandin lê derkete holê ku çawa sûcekî mirovî kirine. Niha hemû dinya li pey AKP’ê ye. Hemû rêxistinên mafê mirovan di pey wan de ne. Di nêz de, Erdogan jî, Davutoglu jî, rêveberiya heyî ya AKP’ê jî, wer rêveberiya Hîtler, Sedam Huseyîn wê werin darizandin. Rêveberiya AKP’ê ya ku komkujiya Cizîrê, Sûrê kirî wê ji vê xilas nebe.

Ji bo vê jî serkeftina wan ne serkeftina prûsê ye jî. Têk çûn. Komkujî kirin lê gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê bi lehengî li ber xwe da, hebûna xwe parast û berxwedana xwe didomîne. Berxwedana xwe zivistanî parast, rêbaz û qadên nû yên berxwedanê ava kir. Di encamê de hate rewşa berxwedana giştî. Rewşa berxwedana giştî ya Kurdan têkçûna faşîzma TC’ê ye. Êrîşa giştî ya 24’ê Tîrmehê ku faşîzma TC’ê pêk anî, bûye têkçûna wê ya herî mezin ku êdî nema dikare jê derkeve.

VÊ BERXWEDANÊ HIKÛMETA DAVÛTOGLÛ TÊK BIR

Ti têkiliya çûna hikûmeta Davutoglu bi vê têkçûnê re heye?

Belê, vê berxwedanê hikûmeta Davutoglu bir. Hikûmeteke nû hat û xwedêgiravî polîtîkaya ‘’kêmkirina dijminan û zêdekirina dostan’’ dimeşîne. Li ser vê bingehê xwe avêtine ber lingên dinyayê û lava ji wan dikin. Tawîzên bi her hawî didn. Ji vê re jî polîtîkaya nû dibêjin. Nûbûneke vê nîn e. Polîtîkay 93 salîî ya komarê her ev bûye. Polîtîkaya CHP’ê û MHP’ê her ev bûye. Ji bo vê jî ti nûbûneke polîtîkayên heyî nîn e.

AKP bi ser rengê CHP’ê, MHP’ê ve çû. Vegeriya ser rêya herî kevn.  Çawa ku li holê ya nû nîn be, bi polîtîkayên heyî AKP’ya berê jî nemaye. Ji hêla dî ve jî,  ne cara pêşî ye ku vê polîtîkayê dimeşînin. Davutoglu jî dema ku li ser karê derve bû digot, ‘’em ê bi sifir probleman karê derve bimeşînin. Li Rojhilata Navîn sifir problem’’  Lê hişmendî û polîtîkay qirker a dijminatiyê bi Kurdan re dike, bi hişmendiya sifir problem dest pê kir lê dawiyê bû polîtîkaya derve ya sedî sed bi pirgirêk û pevçûn.

Aniha ti nûbûneke gotina Bînalî Yildirim nîn e. Her hikûmeta AKP’ê di serî de heman tiştî dibêje lê dawiya wê nayê.

Çima?

Ji ber ku polîtîkaya ku dişopînin û hişmendiya wan destûrê nadin ku gotinên wan pêk werin. Mustafa Kemal jî digot, ‘’li welêt silh û li cîhanê silh!’’ lê bûne hikûmeteke wiha ku li hundir sedî sed şer meşandine. Sîstem aşerê taybet ku seraqet li dijî Kurdan şer bike ava kir. Hişmendî û siyaseta ku Kurdan înkar dike û hewl dide ku tune bike li hundir jî û li deve jî nikara aştiyê pêk bîne, şer pêk tîne. Bi her kesî re pev diçe. Ji ber vê jî gotina hikûmeta Bînalî Yildirim gotine vala ye. Ew gotin vê hikûmetê nikare du mehan jî ragire. Di encama wê polîtîkayê de her kes wê weke ku çêlekê bidoşin Tirkiyê bidoşin, Israîl, Rusta, Emerîka wê bidoşin. Hemû hê bêhtir wê tavîzan ji wan bistînin û bêhtir bi ser de biçin. Kî humertê dide teslîmbûyiyan? Di vê derbarê de gotineke Mustafa Kemal a balkêş heye: ‘’Kesên ku sûda wan ji miletê wan re nîn e, ji kesekî re jî sûda wan nîn e.’’

Polîtîkaya teslîmbûnê ya Erdogan û Yildirim dinya wê çawa qebûl bike. Wê hê bêhtir bi ser wan de werin, bêhtir tawîzan biin û siberoja Tirkiyê tarî bikin. Çiyê Tirkiyê hebin wê bidizin û tiştekî di wan de nahêlin. AKP ji bo siberoja civaka Tirkiyê talokeyeke bi vî rengî pêk tîne. Siberoja Tirkiyê dixe bin îpotekê. Her tiştî difiroşe; tam bûye bazirganek. Bazirganiya Erdogan a dinyanedîtî, wê çawa bazirganên herî kevn ên dinyayê Yahudiyan bixapîne û jê sûd werbigire?

AKP  û dewleta TC’ê di zaboqê de ne.  Ev 93 sal in, ji roja ku Kurdan înkar dikin û dest bi îmhakirinê kirine ta bi niha, siyaseta ku dikin, hişmendiya wan pir taloke ye, zaboqek e. Ji bo ku helw dide Kurdan înkar bike, Tirkan jî, xwe jî înkar dike. Dema ku li lingekî Kurdan dixe, ya dî li lingê xwe dixe. Tirk jî kirine vê rewşê. Civakeke ku xweyî xweşiktirîn cografyaya dinyayê û mezintirîn dewlemendiya dinyayê ye, hewceyî bi dinyayê kirine û destê xwe ji wan re vekirine. Ji bo ku Kurdan tine bikin, piştgiriyê ji her kesî bikin vê dikin. Ev hişmendî û siyaset çawa ku dijminê Kurdan e, her wiha dijminê Tirkan e jî.  Di sedsalekê de, di kuştinan bi milyonan mirov de ev hişmendî heye. Ev hişmendiya înkarker û îmhakar hişmendiyeke qirker e. Ji bo vê jî qirkirina Ermenan jî, ya Rum û Suryanî jî bi vê hişmendiyêre têkildar e.

Heya ku dev ji vê hişmendiya qirker bernedin, ‘’ gotinên ‘’siyaseta sifir pirsgirêk, em ê dostan zêde bikin,’’ li welêt silh û li cîhanê silh’’ gotinên beredayî ne.

Ji bo ku ev pêk bên, Tirkiye li Rojhilata Navîn bibe pêşeng, yekane rêya ku bi gelên Rojhilata Navîn re û bi mirovahiyê re bibn yek, divê pêşî di nav xwe de demokrasiyê pêk bîne. Divê nasnameyên hemû çand û baweriyan nas bike. Divê hebûna neteweya Kurdan jî û mafên demokratîk jî nas bike. Divê xweseriya demokratîk a Kurdistanê nas bike. Li ser bingehê xweseriya demokratîk wê pêşbiniya pergala siyasî û civakî ya Tirkiyê bike, ji xwe re esas bigire, bi pêş bixe. Rêber Apo pêşbiniya vê kir û di vê derbarê de bangawazî kir. Wê bala xwe bidin pêşniyarên Rêber Apo, guh bidinê. Siberoja Tirkiyê bi teqezî bi pêkanîna ramanê Rêber Apo re girêdayîne. Kî vê bike, wê Tirkiyê ji bela AKP’ê xilas bike, ji vê belaya hişmendiya faşîst a vê netew-dewletê xilas bike.

Di vê pêvajya şer a vê salê de, hûn rewşa hin derdorên ku ji xwe re ‘’Kurd’’ dibêjin û eşkere yan jî sergirtî piştiriyê didin polîtîkaya hikûmetê çawa dinirxînin?

Li Bakur hin xayin û hevkarên dewletê hene. Ji kral bêhtir kraltiyê dikin. Di Tirkî de têgeheke xweş heye: ‘’Kûçik diewte lê karwan dimeşe’’ Ew çiqasî biewtin jî karwanê PKK’ê dimeşe. Karwanê Kurdan ê neteweya demokratîk û têkşîna wê dimeşe.

Hin jê bê ku şerm bikin, ji ber ku hate gotin, ‘’Bahoz Erdala hate kuştin’’  dikevin govendê. Ji vê mestir alçaxî dibe?

Ji xwe di demeke kurt de zelal bû ku ev îdîa ne rast in?

Hate derewandin. Mesele ne derewbûnê ye. Dixwazin hin tiştan bikin û ji b ku tiştên wiha bikin jî van xayinan bi kar tînin. Naxwe planeke van hebû û ber bi civîna NATO’yê ve, Tayyîp Erdogan ev plan kiribû û xwestibû bike. Hemû vala derket.

Ya din, hin kesên ku dibêjin, ‘’em Kurd in’’ û xwe davêjin hembêza van. Divê mirov li rewşa van binere. Ne ku dilê me bi wan dişewite, cênîka mirov ji wan diçe. Cihê xilasbûna mirovahiyê ye. Gelê me divê yên wiha bibîne, di nav civata xwe de, divê qet rê nedin van. Bila di ber siha we re jî neçin. Kûçiktiyê her ji kê re dikin, bila biçin xwe bi wan bidin alastin, nobedariya vîllayên wan bikin. Lê ti caran cihê wan li Kurdistanê, li nav civaka Kurd ku ji bo azaiyê her roj zarokên xwe yên herî nirxdar fida dikin, li cem gelê Kurd ê berxwedêr,li xaka Kurdistanê cihê wan nîn e, ne pêkan e ku hebe jî.

PDK DI NAVA ŞAŞÎTIYEKE MEZIN DE YE

Tevgera we, piştî 24’ê Tîrmehê helwesta polîtîk a PDK’ê û gotinên wê hûn çawa dinirxînin?

Rewşa PDK’ê girîng e. Li gorî xwe rewşa heyî diparêzin. Dibêjin, ‘’Em ticaretê dikin, siyasetê dikin, cîranên me ne, ji bo em gel têr bikin pêdiviya me bi van têkiliyan heye’’ û xwe diparêzin lê rewşa ku ketinê û tiştên ku dikin ne pêkan e ku bi van tiştan were parastin. Bi rastî jî ev qasî ne hewceyî Tirkiyê ne. Tirkî hewceyî Başûrê Kurdistanê ye.

Dema ku birayên wan ên Bakurî di jêrzemînan de bi saxî dihatin şewitandin rojê ne sê dan dikarîbûn di danan nan bixwin. Dikarîbûn bibêjin bi pereyên petrolê ku ji Tirkiyê tên em najîn. Welatparêzî, hevparbûna netewî li kû ma? Rêveberiya Başûr wê nebûna Bakur, êşa wê qet nejî? Siyaseta heyî ya Başûr xeletiyên dîrokî kirine. Xeteyeke mezin kirine. Di serdemeke wiha de ku AKP hildiweşîne, dişewitîne, qir dike, Rêveberiya Başûrê Kurdistanê, PDK’ê û partiyên din dixwest li cem xwe bibîne, qet nebe dixwest ku êşên wan par ve bike, dema ku dît dijmin diparêze bi awayekî xwezayî vê hêrseke mezin çêkiriye.

Têkiliyên PDK’ê yên bi AKP’ê re ti carî nayê qebûlkirin. Ev têkilî ne li gorî siyaseta netewî ya Kurdan e û ne bi berjewendiya vê de ye. Ne li gorî konjonktura dinyayê, têkoşînê ye ku ji bo Kurdan fersend û derfetan pêk tîne. Berevajî vê, ziyan daye vê û dijmin xurt kiriye. Faşîzma TC-AKP’ê ku qira Kurdan tîne hêvîdar kiriye. Hemû Kurd divê vê siyaseta şaş bibînin, rêveberiya PDK’ê divê vê bibîne. Rexnedayina vê hewce ye. Lê weke ku bibêjin, ‘’ me rast kir’’ vê siyasetê didomînin. Eşkere ye ku ev ne di berjewendiya Kuran de ye û ne li gorî firsat û derfetên ji bo Kurdan çêbûye, berevajî vê pir ziyanê digihîne vê.

Li gel ev qas desteke maddî jî PDK di vê pêvajoyê de bi pêş neketiye. PKK ev çend hate qetilkirin lê niha li hemû Kurdistanê desteke ku ji civaka Kurdistanê distîne, ji îtîbara hemû dinyayê zêdetir e. Kurdîtî îro bi gerîlayên PKK’ê tê bibîranîn. Li Şengalê, Kobanê, Mexmûrê, Kerkûkê gerîlayên berxwedêr bi bîr tîne. Li Cizîrê, Sûrê, bi ciwan, dayik, jinên ku li hemberî faşîzma AKP’ê di berxwedanê de şewitîn tê bibîranîn. PDK jî dibe ku desteka maddî dît, di nav kêf û şahiyê de dijî, lê li Başûrê Kurdistanê bi xwe jî bi hêsanî mirov dikare bibêje îtîbara wan nîvî nîvî kêm bûye.

Niha ji bo vê jî PKK’ê sûcdar dikin, dibêjin, ‘’PKK di dijberê we de dixebite.’’ Tiştekî wiha nîn e. Pêdiviya me jî bi vê nîn e. Me got, li ser zemîna Kongra Netewî têkiliyên me bi demokratîk û bi biratî bin, me xwest em pirsgirêkan bi hev re çareser bikin. Li gel ev qas neyêniyan, me nirxandinên zêde nekirin, li ber çapemeniyê me nîqaş nekir. Lê niha divê ev şaşîtî were rastkirin. Di pêvajoyeke wiha de, bila Kongra Netewî pêk bînin, li hemû parçeyan li hemberî hêzên ku êrîşê dibin ser Kurdan, bila li gel yekîtiya Kurdan bin. Ku pêşengtiya vî tiştî bikirana 40-45 Kurd wê destek bidana wan. Rûmeta wan, şerefa wan wê bigihije asta herî bilind.

Tişta ku AKP li Sûrê, Cizîrê kirî û ya ku Sedam Huseyîn li Halepçeyê bi Enfalê kirî heman tişt e. Gelê Başûrê Kurdistanê vê baş dizane. Naxwe divê mirov li cem Enfaliyan nesekine û hê jî ya ku hewceyî pê heye ev e. Ji bo vê jî PDK di vê salê de tecrûbeyeke baş nîşan nedaye. Hêvîya me ew e ku polîtîkayên heyî yên şaş rast bikin.