Şêniyên Hesekê li malên xwe vedigerin

Li Hesekê, piştî şerê dijwar ê 7 rojan, di roja 8'an de agirbest hat ragihandin. Piştî ku li ser 5 xalan li hev hat kirin, şêniyên bajêr jî dest bi vegera li malên xwe kirin.

Hêzên Asayîşa Hesekê piştî ragihandina agirbestê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir Hesekê bi temamî ewle bûye û bang li mirovan kir, ku li malên xwe vegerin. Piştî ku mirov li malên xwe vegeriyan, kolanên Hesekê ji nû ve zindî bûn û dikan hatin vekirin.

Şerê li bajêr di 16'ê Tebaxê de ji ber êrîşa hêzên rejîmê destpê kiribû û ji ber ku hêzên rejîmê tank, top, hawan û balafirên şer bi kar anî, gel neçar ma malên xwe biterikîne. Ji ber bomberdûman û êrîşên sûîqestê yên hêzên rejîmê, 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku di nav de jin û zarok jî hene.

ASAYÎŞA HESEKÊ: BAJAR EWLE YE, LI MALÊN XWE VEGERIN

Di nava şerê 7 rojan de, ji bo şêniyên taxên Xiwêran û Neşwa zerarê nebîne, hêzên YPG/YPJ û Asayîşê korîdorek vekirin û bi sedan mirovên li van deveran derbasî herêmên ewle yên Kantona Cizîrê kirin.

Hêzên Aasyîşa Hesekê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li gelê li taxên Xiwêran û Neşwa Şerqî rkirin û gotin, "Hesekê êdî bi temamî ewle ye. Şêniyên bajêr bi taybetî welatiyên me yên li Xiwêran û Neşwa Şerqî bila li malên xwe vegerin."

Di roja 8'an şer de hêzên YPG/YPJ, Asayîş, HPC û hêzên rejîmê li ser 5 xalan li hev kirin. Gelê Hesekê vê lihevkirinê bi kêfxweşî pêşwazî dike û dibêje, "Em êdî hêzên paramîlîter ên mîna Dîfa Wetenî, ku ji bo têkbirina aramiya me her tim serî li tehrîk û provokasyonan dide, naxwazin."

Şêniyên Hesekê bibîr xistin, ku di 25'ê Hezîranê de gava çeteyên DAIŞ'ê êrîş kirin, hêzên rejîmê bajar radestî çeteyan kirin û ev mesaj dan rejîmê: "Em naxwazin di bin rêveberiya hêzeke ku me naparêze, bijîn."

XALÊN LI SER LI HEV HATIYE KIRIN

5 xalên hêzên YPG/YPJ, Asayîş HPC û hêzên rejîmê li ser li hev kirine, ev in:

* Artêşa Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê, wê ji nava bajar derkevin. Her wiha hêzên YPG’ê wê cihên ku di şerê 7 rojan de ji hêzên rejîmê paqij kirine, radestî Asayîşê bike.

* Her du alî wê dîl û birîndaran serbest berdin.

* Rêyên ku ji ber şer hatibûn girtin, wê ji nû ve werin vekirin.

* Rewşa komên çekdar ên girêdayî rejîmê yên wekî Dîfa El-Wetenî wê di ber çavan re bê derbaskirin.

* Karmendên ji kar hatine derxistin, wê dîsa vegerînin ser karê xwe.

...