Saziyên Dada Civakî yên Efrînê qetilkirina Elçî şermezar kirin

Saziyên Dada Civakî ya Kantona Efrînê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji aliyê polîsên Tirk ve şermezar kirin.

Saziyên Dada Civakî ya Kantona Efrînê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji aliyê polîsên Tirk ve şermezar kirin.

Îro bi dehan parêzerên di Desteya Dadê ya kantona Efrînê de dixebitin û endamên Weqfa Mafnasiyê ya Rojavayê Kurdistanê li pêşiya Mala Gel a Kantona Efrînê kom bûn û bi daxuyaniyekê  qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî  ji aliyê polîsên Tirk ve şermezar kirin.

Daxuyaniya şermezarkirinê ji aliyê Parêzerê Nivîsgeha Rêveber a Mafnasên Rojavayê Kurdistanê Ebas Ehmed ve hate xwendin.

Parêzer Ebas Ehmed wiha got: “ Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê rûyê rast ê siyaseta Tirkiyeyê yê Erdogan û toranî di hemû aliyê hundir û derve de aşkera kir, bi taybet siyaseta der barê piştgiriya bi terorîstan re aşkera kir.

Li Rojava dewleta Tirkiyeyê ji her kesî zêdetir piştgiriya komên çete yên weke El-Nusra û DAIŞ’ê yên ku gelê Sûriyeyê yê bêsûc dikujin û koçber dikin, dike.

Em wek Saziyên Dada Civakî (Desteya Dadê, Meclîsa Dozgeriyê, Weqfa Mafnasên Rojavayê Kurdistanê) yên Kantona Efrînê ji destpêka şoreşa Rojava de heta niha, em teqez dikin ku siyaseta Tirkiyeyê li dijî gelê Sûriyeyê û gelê Kurd e û bi taybet wê gelek wêranbûyînê bi xwe re bîne. Eger Tirkiye ji nû ve venegere aştiyê û çareserkirina doza Kurdî, wê siyaseta wê bixe nava şer. Zêdekirina tundiyê li herêmên Bakurê Kurdistamê  û destpêkirina kiryarên qetilkirina kesayetên mafnas û partîzan car din îspat dike ku  dewleta Tirkiyeyê di siyaseta xwe ya sedsala derbasbûyî de ku wê demê gelek siyasetmedar qetil kirin de domdar e. Dewleta Tirkiyeyê li ber kamerayên gelek dezgehên çapemeniyê yên cîhanê Tahir Elçî li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê qetil kirin.

Em bang li hemû rêxistinên Navneteweyî dikin ku li ser doza qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê ku temsîla ruhê doza Kurd û gelên Mezopotamya dike, bisekinin û ji bo rawestandina operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê li ser bajar û gundên Bakur û Başûrê Kurdistanê kar bikin. Em ji Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dixwazin ku ji bo çareserkirina doza gelê Kurd di Rojhilata Navîn de û rawestandina şerê li ser herêmên Kurdan zextê li meclîsên navneteweyî bikin ku civîneke awarte li dar bixin.”