BI DÎMEN

Sara Reza: Newroza îsal wê bibe Newroza rizgariyê

Endama Tevgera Azadiya Kurdistanê Sara Reza têkildarî Newroza îsal axivî û wiha got: “Newroza îsal di çarçoveya ‘kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’yê de ye.”

Endama Tevgera Azadiya Kurdistanê Sara Reza der heqê Newroza li qûntara Qendîlê de ji ANF’yê re axivî û li ser girîngiya wê ev tişt anîn ziman: “Ji başûrê Kurdistanê û ji parçeyên din, em hemû pêwîst e em beşdarî Newroza li Qendîlê bibin. Newroza îsal cuda ye û di çarçoveya ‘kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’yê de ye. Newroza îsal dê bibe Newroza rizgariyê.”

Çend roj berî niha Hevseroka Tevgera Azadiya Kuridstanê Tara Hisênê têkildarî Newroza li Qendîlê bangewaziyek kiribû û daxwaz ji hemû gel kiribû ku beşdarî Newroza li Qendîlê bibin