Salvegera damezrandina PKK'ê li gelek navendan hat pîrozkirin

37. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li gelek welatên Ewropayê hat pîrozkirin.

37. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li gelek welatên Ewropayê hat pîrozkirin.

KOLN

Mîna gelek bajarê Elmanyayê, li bajarê Kolnê jî Kurdistanî û dostên wan, salvegera 27'ê Mijdarê pîroz kirin. Di pîrozbahiya li Saal 2000 de, ji ber qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, govend nehat gerandin. Kurdistaniyan lenet li dewleta polîs a AKP'ê anîn.

Di pîrozbahiya ku ji bo bîranîna Tahîr Elçî û şehîdên şoreşê destpê kir de Hevşaredara Liceyê Rêzan Zûgûrlû û Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn jî amade bûn. Tevî axaftinan, peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a li ser 27'ê Mijdarê û rewşa dawî ya li Kurdistanê bi rêya sînevîzyonê hat nîşandan.

Di pîrozbahiyê de koma Ehmedê Xanî bi lîstika xwe ya skêçê zext û zordariya Tirkbûyînê ya li gelê Kurd tê kirin vegot. Her wiha Hozan Seyîdxan, Koma Tîroj, Bêrîvan, Pinar Yildiz û Cîhan Çelîk derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

DORTMÛND

Li bajarê Elmanya Dortmûndê, 37. salvegera damezrandina PKK'ê li Aslan Eventshalleyê, bi şevekê hat pîrozkirin.

Pîrozbahî bi pêşengiya Meclîsên Herêmê yên TJK-E ve bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Sakîne û Mazlûman" hat lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kadroyên pêşeng ên PKK'ê, Tahîr Elçî yê roja Şemiyê hat qetilkirin û bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê, destpê kir.

Piştî ku hunermend Alî Îhsan Dogan û Ehsan Xelîkan derketin ser dikê, li ser navê KCD-E axaftin hat kirin û hat destnîşankirin ku PKK ev 37 sal in ji bo gelên Rojhilata Navîn hêviya azadiyê ye û ev têkoşînê her mezin û xurt dibe.

Tevî nîşandana sînevîzyona li ser salvegera damezrandina PKK'ê, Hozan Peywan Arjîn, Denîz Deman, Hozan Aydin û Koma Dengê Çiya derketin ser dikê.

HÎLDESHEÎM

37. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Elmanya Hîldesheîmê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Pîrozbahiya li Salona Dawetê ya Acar, saet di 14:00 de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê destpê kir.

Di pîrozbahiya ku bi qasî 1500 kes beşdar bûn de Koma Azadiya Jiyan, Raman Kobanê, Ozgur Comert, helbestvan Wezîr Demîr, Şaban Kazan, Tûncer Yalinkiliç, Bengî Agirî, Xalid Agirî, Gulseher û koma govendê Koma Azadî derketin ser dikê.

SAARBRUCKEN

Pîrozbahiya li bajarê Saarbruckenê, tevî Kurdistaniyan bi beşdariya endamên gelek sazî û komeleyên Elman pêk hat.

Di destpêkê de Kurdistanî û dostên wan li dû pankarta "Bila qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin" di êvara 27'ê Mijdarê de meşiya û dûre mîtîngek lidar xistin. Bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê duh li bajêr şevek hat lidarxistin.

Piştî vekirina şevê ji aliyê Koma Zarokan a Dengê Mezopotamyayê, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk Hevserok Orûç Dapar peyivî. Dapar bal kişand ser şerê ku AKP û Erdogan piştî 7'ê Hezîranê bi awayekî bêperwa dimeşîne û got, "Bila vê zanibin; gelê me yê ku 37 sal in li dijî hovîtiya TC li ber xwe dide, wê serî li ber ti zextan netewîne. PKK a ku 37 sal in hêviya Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye, wê van lîstikan pûç bike."

Li dû axaftinên li şevê Hozan Comert, Ûlaş Kelaşîn, Zarîfe Zerîn, Koma Zelal û Koma Dengê Mezopotamyayê derketin ser dikê. Piştre li ser têkoşîna PKK'ê sînevîzyon hat nîşandan.

EDÎNBÛRGH

Kurdistanî û Tirkiyeyên li paytexta Skoçya Edînbûrghê hatin cem hev, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Pîrozbahiya li Jack Kane Community Centerê, bi deqeyeke rêzgirtinê li ber sirûda Ey Reqîp destpê kir.

Pîrozbahî ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Skoçyayê ve bi beşdariya 200 kesî hat organîzekirin û qetilkirina Serokê Baroya Amedê Parêzer Tahîr Elçî, hat şermezarkirin.

Nûnerên PYD-Skoçya, Goran, PJAK û Scotish Solidarity With Kurdistan jî peyman dan. Pîrozbahî bi stranên Koma Şengal û hunermend Sezgîn Coşkûn bi dawî bû.

RÎJSWÎJK

37. salvegera damezrandina PKK'ê, li bajarê Hollanda Rîjswîjkê bi şeveke girseyî hat pîrozkirin. Bi hezaran kes, tevî bi dehan ciwanên ji Den Haagê heta Rîjswîjkê bi armanca bîranîna Tahîr Elçî meşiyan, li salona Rîjswîjk Event Plaze hatin cem hev.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê siyasetmedarê Kurd Fûat Kav li vir peyivî û anî ziman ku bi berxwedana 37 salan re polîtîkayên înkar û tinekirina Kurdan hatine pûçkirin, êdî ti hêz nikare Kurdan ji nedîtî ve were. 

Di şevê de hunermend Naîda Vîsser, Koma Pîr û Piya, Grûp Seyram, Hozan Amed, Erdogan Emîr, Koma Çarnewa derketin ser dikê û axaftina Tahîr Elçî ya dawî bi sînevîzyonê hat nîşandan.

...