Şandeya DEM Partî û HDP’ê li Hewlêrê ye

Şandeya DEM Partî û HDP’ê li paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê serdana Tevgera Civaka Demokratîk a Kurdistanê, Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê û Desteya Jinên Azad kir.

Li bajarê Hewlêrê şandeyek ji endam û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gel (HDP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serdana hinek alî û partiyên siyasî kir.

Di nava şandeyê de Parlamentera Dem Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal, Parlamenterê Dem Partiyê yê Wanê Gurcan Kaçmaz, Nûnerên HDP’ê yên li Herêma Kurdistanê Hikmet Hatîp û Sitqi Vakar cih digirin.

Şande li Hewlêrê serdana Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê, Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê û Desteya Jinên Azad kir.

Di hevdîtinên hatîn kirin de rojevên li Başûrê Kurdistanê, pirsgirêk, aloziyên berdewam û rewşa Bakurê Kurdistanê guftugo hate kirin.

Her wiha qala tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hate ragihandin ku şkandina tecrîdê azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan wê hemû pirsgirêkên li Kurdistanê û herêmê çareser bike.

Partî û aliyan jî serdanê erênî nirxandin û diyarkirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pirsgirêk nayên çareser kirin.

Biryare serdanên şandeyê ji bo aliyên siyasî yên li Hewlêr û Silêmaniyê berdewam bibin