Rojnamevan Akdemîr hate bîranîn

Nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr li kolana ku lê hate qetilkirin, hate bîranîn. Di bîranînê de hate gotin, "Dengê heqîqetê wê neyê birîn" û rojnamevanên girtî jî hatin silavkirin.

Nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ku di 8'ê Hezîrana 1992'an de li taxa Melîk Ahmet a navçeya Sûr a Amedê hate qetilkirin, li kolana ku navê wî Hafiz Akdemîr lê hate kirin, hate bîranîn.

Endamên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG), Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan û rojnamevan tevlî bîranînê bûn.

Li kolana ku Hafiz Akdemîr beriya 31 salan lê hate qetilkirin, piştî meşeke bêdeng daxuyaniyek hate dayin.

Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen axivî û bi bîr xist ku di salên 1990'î de bi dehan rojnamevanên di nava zor û zehmetiyên giran de karê xwe dikirin, li naverastê hatin qetilkirin. Esen bombekirina rojnameyan bi bîr xist û got, "Yek ji van jî Hafiz Akdemîr bû. Di ser qetilkirina wî re 31 sal derbas bûn, tevî ku kujerên wî hate tesîtkirin jî piştre hatin berdan. Di bûyerên bi heman rengî de jî kujer nehatin cezakirin. Cezayên hatin dayin jî piştî demekê hatin betalkirin û hatin berdan."

Esen diyar kir ku kujerê Hafiz Akdemîr kontra ne û diyar kir ku AKP-MHP îro bi wan kontrayan re tifaq çêkiriye.

Esen têkildarî zextên li ser rojnamevanan got, "Me çiqasî qetil bikin, bigirin jî bila zanibin ku dengê heqîqetê wê li kolanên Kurdistanê kêm nebe. Pênûsa hevalên me yên hatin qetilkirin di destê me de ye, em li ser rêya wan dimeşin. Ji ber vê yekê di şexsê Hafiz Akdemîr de em hevalên xwe yên hatine qetilkirin hemûyan bi bîr tînin."