BI DÎMEN

Rejîmê êrîşî Hesekê kir: 5 jê hatin kuştin

Şerê di navbera hêzên rejîma Baasê û hêzên Asayîşa Hesekê de rû da, sekinî. Ji hêzên rejîmê kuştî hene.

Hêzên rejîma Baasê, îro saet di 09:00 de êrîşî hêzên Asayîşa Hesekê yên Dibistana Navîn a Nehda ya li kolana Qamişlo diparastin, kirin. Ji ber vê êrîşê sivîlek birîndar bû. Li ser vê yekê hêzên asayîşê bersiv dan. Hêzên YPG'ê jî xwe gihandin hêzên asayîşê li hemberî êrîşê sekinînin.

Di vî şerî de 5 sivîlên birîndar bûn. Li gorî agahiyên ji hêzên asayîşê hatin wergirtin, tiştek bi endamên asayîşê nehatine. Ji hêzên rejîma Baasê jî 5 kes hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn.

Şerê li vê derê saet di 12:30 de rawestiya.

'ME NEHIŞT MEZIN BIBE'

Li ser navê Asayîşa Hesekê Îbrahîm Hesekê ji ANF'ê re axivî û got, "Hêzên rejîmê ji bo gel bitirsîne ev êrîş kirin. Lê belê weke hêzên asayîşê em bi berpirsyarî rabûn û me nehişt ev şer mezin bibe. Rewş niha aram e."

...