BI DÎMEN

'Qedandina tecrîda li ser Ocalan, qedandina şer e'

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Ûysal diyar kir, tecrîda li ser Ocalan roj bi roj giran dibe û got, "qedandina tecrîda li ser Ocalan, qedandina şer e."

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikare parêzerên xwe bibîne û di nava tecrîdeke giran de ye. Ji parêzerên Ocalan Newroz Ûysal li ser pêvajoyê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, dewleta Tirk ev 18 sal in li girtîgeha Îmraliyê tecrîda muwekîlê wan dişidîne. Ûysal destnîşan kir, tecrîd dibe sedema giranbûna şer û mezinbûna kaosê.

'EV 18 SAL IN MAFÊN MIROVAN TÊN ASTENGKIRIN'

Ûysal da zanîn ku dewleta Tirk bi rengekî rehîn nêzî Ocalan dibe û û wiha axivî: "Dewleta Tirkiyeyê dema dixwaze şer giran bike, tecrîda li ser Ocalan dişidîne. Ji sala 1999'an û vir ve mafên hevdîtin, axaftina bi telefonê û hevdîtina parêzeran tên astengkirin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir de em nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. 18 sal in hemû mafên hiqûqê yên Ocalan têne astengkirin. Li ti welatî, qanûn û hevpeymanên navneteweyî de tine ye ku hevdîtina bi wekîl û parêzeran asteng dikin. Lê belê em li Tirkiyeyê dinêrin, 6 sal in em nikarin bi rêzdar Ocalan re hevdîtinê bikin. Beriya niha jî hevdîtinên pêk dihatin mehê yan jî sê mehan carekê bûn. Bêqanûnî û bêedaletiya li dijî Ocalan herdem dewam kiriye. Ji bo rakirina tecrîdê me gelek caran serlêdan kirin, lê hemû hatin redkirin."

DEMA MIJAR MAFÊN OCALAN BE!

Ûysal destnîşan kir, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan wan gelek caran serî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî dane û wiha pê de çû: "Ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û bê hiqûqiya li Tirkiyeyê bi dawî bibe, me gelek caran serî li CPT, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û  dan û gelek caran raporên xwe şandin ji Komîsyona Neteweyên Yekbûyî re. Wekî din, gelek caran me serî li saziyên li dijî îşkenceyê jî dan, lê belê dema mijdar mafên Ocalan be, hiqûqa cîhanê bêdeng dibe. Di sala 2014’an Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar girt, şert û mercên Ocalan weke tecrîdê bi nav kir. Tevî vê jî got, dewleta Tirkiyeyê dikare hinek mafên Ocalan asteng bike û carna jî destûr nede ku parêzer bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, mafê telefon û nameyan qut bike. Tevî biryara li ser Ocalan tecrîd tê meşandin jî Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê hinek xalên sosret nîşan dan."

'CPT BI ERKA XWE RANABE'

Parêzer Ûysal bal kişand ser xemsariya CPT û got, "CPT ji bo me saziyek girîng e, avakirin û wateya hebûna wê pêşîgirtina îşkenceyaê ye. 18 sal in li Îmraliyê şert û mercên rêzdar Ocalan ji tecrîd û îzolasyonê derbas bûye îşkenceyê. Ji ber ku rêzdar Ocalan bi tenê di girtîgehê de ye, girtîgeh di nava deryayê de ye û ti kes bi ti awayî nikare biçe giravê. Greva Îmraliyê cihekî leşkerî ye, ne weke girtîgehên din ên Wezareta Dadê ye. Hemû mafên Ocalan têne binpêkirin û erka CPT ew ku îşkenceyê bidawî bike. Îşkenceya herî mezin li Îmraliyê tê kirin. Ev îşkenca di aliyê siyasî, sosyolojî, hiqûqî ve bi hemû awayî hatiye eşkerekirin. Ti carî tişta me ji CPT hêvî dikir bersiv neda û bi erka xwe ranebû."

'RAMANÊN OCALAN  ÇARESERIYA TIRKIYEYÊ YE'

Parêzera Ocalan Newroz Ûysal diyar kirku li Tirkiyê hemû rêyên siyasetê xitimîne û wiha got: "Ji sala 2013 heta 2015'an hemû niqaşên aştiyê hatiban kirin muxatabê sereke rêzdar Ocalan bû. Di nava van her du salan de hate dîtin ku li Tirkiyê ramanên Ocalan çareseriye mayînde ye. Qedandina tecrîda li ser Ocalan qedandina şer û vekirina rêya siyaseta demokratîk e."