Platforma Kurdên Anatolyaya Navîn li dijî qetlîamên AKP’ê banga têkoşînê kir

PAKN-E diyar kir ku li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Silopiyayê mirovahî tê qetilkirin, bang li raya giştî, gelên Tirkiyeyê û Kurdên li Anatolya Navîn kir ku li hember qetlîaman bêdeng nemînin.

Platforma Kurdên Anatolyaya Navîn li dawiya sala borî li bajarê Botnborg ê Swêdê di kongreya xwe ya yekem de avakirina xwe îlan kir. PKAN-E diyar kir ku li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Silopiyayê mirovahî tê qetilkirin, bang li raya giştî, gelên Tirkiye û Kurdên li Anatolyayê kir ku li hember qetlîaman bêdeng nemînin.

Rêveberên PKAN-E li paytexta Stockholm a Swêdê civînek çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de hat diyarkirin ku hikûmeta AKP’ê bi hemû hêzêa xwe bi çekên giran li hember gelê Kurd şerekî qirêj daye destpêkirin û wiha dewam kir: “ Dewlet ne dibêje zarok e, jin e yan jî kal e; sivîlan qetil dike. Wehşetek li dijî mirovahiyê tê meşandin û bi rojan cenazeyên sivîlan li kolanan dihêlin û rê nayê dayîn ku bên defnkirin. Em bang li gelê Tirkiyeyê û rêxistinên civaka sivîl dikin ku aştî, diyalog û jiyana hevpar biparêzin.”