BI DÎMEN

'PKK hêviya hemû gelan e'

37. salvegera damezrandina PKK'ê li gelek welatan tê pîrozkirin. Kurdistaniyan û dostên wan destnîşan kirin, ku PKK li dijî dewleta Tirk û DAIŞ'ê, hêviya hemû gelan e.

37. salvegera damezrandina PKK'ê li gelek welatan tê pîrozkirin. Kurdistaniyan û dostên wan destnîşan kirin, ku PKK li dijî dewleta Tirk û DAIŞ'ê, hêviya hemû gelan e.

KÎEL

Li bajarê Elmanya Kîelê, 37. salvegera damezrandina PKK'ê hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan, li salona dawetê ya Gaarden Mega Sarayê pêk hat û berxwedanên Farqîn, Lice û Nisêbînê hatin silavkirin.

Li salona ku bi alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê hat xemilandin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hakî Karer û sê şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin, hatin daliqandin. Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Dûre Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Berdevka Komuna Jinê ya Kîelê axivîn.

Hevserokê NCDK'ê da xuyakirin ku têkoşîna PKK'ê ya di 27'ê Mijdara 1978'an de ava bû, veguheriye hêzeke ti carî têk neçe û bala tevahiya cîhanê kişandiye ser xwe. Nûner got, "Nirxa herî mezin a ku gelê Kurd gihandiyae van rojan, şehîd in" û destnîşan kir ku li Kobanê dîrok hatiye nivîsandin.

Hevserokê NCDK'ê da zanîn ku Kurd li hemberî dijminê gelên cîhanê DAIŞ'ê têkoşîneke mezin dimeşînin û destnîşan kir, ew qebûl nakin navê PKK'ê di lîsteya 'terorê' ya hin welatan de bê ragirtin. Hevserokê NCDK'ê got, "Ji niha û pê ve kî vê biryara ragirtina li 'lîsteya terorê' bidomîne, em ê vê yekê weke heqareteke mezin li Kurdan bibînin û ti carî biryarên wan nas nekin."

Di axaftinan de bal hat kişandin ser berxwedana li Bakurê Kurdistanê û hat gotin, "Li Farqîn, Gimgim û Nisêbînê li ser navê mirovahiyê dîrokek tê nivîsandin. Ciwanên Kurd, jinên Kurd efsaneyekê diafirînin. Girîng e ev berxwedan bê dîtin û baş bê fêmkirin.

Di pîrozbahiyê de hunermendên Kurd Seyîdxan, Bênav, Demhat û Koma Dep derketin ser dikê.

ADÎGEY

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adîgeyê ya Federasyona Rûsyayê dijîn, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Pîrozbahî li salona konserê ya Navenda Çandê ya Adîgeyê bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan pêk hat. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Adîgeyê Feyzo Huseyîn axivî.

Huseyîn ragihand ku PKK'ê di nava gelê Kurd de ruhê berxwedanê afirandiye û got, "Beriya PKK'ê bi dehan rêxistin û partiyan ji bo xwedîderketina li nirxên gelê Kurd têkoşiyan. Lê belê ti ji wan bi qasî PKK'ê zanebûn û berxwedan hînî Kurdan nekirin. Lewma divê damezrandina PKK'ê ne tenê weke avabûna partiyekê bê nrixandin. 27'ê Mijdarê ji bo gelê Kurd bûye roja bûyîna xwedî vîn û berxwedanê."

'TERORA AKP'Ê WÊ WEKE DAIŞ'Ê WINA BIKE'

Huseyîn bal kişand ser komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike û azadiya Şengalê nirxand. Huseyîn berxwedana li Farqîn, Nisêbîn, Silopiya, Gever û gelek deverên din ên Kurdistanê silav kir û got, "Terora AKP'ê ya li hemberî gelê berxwedêr, çawa ku çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê û Şengalê winda kirin, ew ê jî winda bike."

Pîrozbahî bi konsera hunermendê ji Bakurê Kurdistanê Mem Ararat bi dewam kir. Dûre Koma Sê Bira, Barî, koma govendê ya Medya derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

COTE D'AZUR

Li herêma Cote d'Azur a li Başûrê Fransayê li bajarê Dragûîgnanê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK), bi beşdariya bi sedan kesan, 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîrozk ir. 

Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku tovên azadiyê yên berî niha bi 37 salan ahtin danîn îro li Kurdistanê şîn bûne û gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku digot, "Me soza serketinê dane gelê Kurd" bibîr xist. Ceylan got, "Eger PKK îro li Rojhilata Navîn veguherîbe hêviya gelên mezlûm, di bingeha vê de vîn û felsefeya 27'ê Mijdara 1978'an heye."

Ceylan komkujiya li Parîsê jî şermezar kir û di serî de Fransa bang li tevahiya Ewropayê kir ku hîn bêhtir destekê bidin gelê Kurd ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoşe.

Di pîrozbahiyê de Hozan Aydin, Çetîn Oraner, Hozan Remzî, Suleyman derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

...