'Pêşî li komployê hate girtin, bila hêzên Başûr nekevin xefikê'

Bayik, têkildarî amadekariya êrîşeke mezin a MÎT'ê ya li dijî PKK'ê got, "Derb li vê komployê ketiye, pêşî lê hatiye girtin." Bayik destnîşan kir, ku hêzên Başûrî jî nekevin xefika dewleta Tirk.

Nîqaşên li ser girtina endamên MÎT'ê ji aliyê PKK'ê ve, dewam dikin. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di bernameya "Ulkeden" ya News Channelê de, bersiv da pirsek li ser mijarê.

Ji bo pirsa "Endamê Polîtburo ya YNK'ê û berdevkê partiyê Sedî Ehmed Pîrê got; MÎT a Tirkiyeyê xwest, li hemberî rêveberên payebilind ên PKK'ê operasyonê bike. PKK, ku bi vê hesiya, 2 payebilindên MÎT'ê girt" Bayik ev nirxandin kir:

FAŞÎZMA ERDOGAN-BAHÇELÎ ÇARENÛSA XWE BI TASFIYEYÊ VE GIRÊ DANE

"Tê zanîn, ji ber vê ve êrîş û komployên dewleta mêtinger faşîst a Tirk li dijî tevgera me hene. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn, bi taybetî faşîzma Erdogan-Bahçelî êrîşî rêveberiya tevgera me dike, dixwazin derbê li rêveberiyê bixin û li ser vê bingehê polîtîkayê dikin. Agahî li ber destê me hene. Erdogan-Bahçelî bi rêya MÎT'ê, her wiha bi rêya daîreya şerê taybet a Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk, dixwaze hin çalakiyan li dijî rêveberiya me bike. Çalakiyên; revandinê, sûîqestê, bi kurtasî bi îmhakirina rêveberiya tevgera me re dixwazin tevgerê tasfiye bikn û qirkirina Kurdan bikin. Çarenûsa xwe bi vê ve girê dane.

'DAXUYANIYÊN SEDÎ EHMED PÎRÊ RAST IN'

Ji bo vê jî hemû derfetên Tirkiyeyê bi kar tînin. Polîtîkaya hundir û derve bi temamî li se vê bingehê bi kar tînin. Hemû derfetên Tirkiyeyê li ser vê bingehê seferber kirine. Rêxistinbûnên taybet kirine. Ne tenê li Bakur û Tirkiyeyê, li Ewropa, li Başûrê Kurdistanê, hema hema li hemû parçeyan karekî bi vî rengî dikin. Daxuyaniyên Birêz Sedî Ehmed Pîrê rast in. Hem li herêma PDK'ê, hem jî li herêma YNK'ê, MÎT û daîreya şerê taybet li hemberî rêveberiya me hin plan û rêxistinbûn kirine. Ji bo çalakiyan bikin, hin kom bi rêxistin kirine. Lê belê Birêz Sedî Ehmed Pîrê dibêje, YNK ne di nava vê de ye. Em bawerin welê ye.

DERB LI KOMPLOYA MEZIN HATE XISTIN

Li Başûrê Kurdistanê hin tîp hene ku bi MÎT'ê û daîreya şerê taybet re dixebitin. Hin agahî di vê mijarê de li ber destê me hene. Bêguman divê hêzên Başûrî, partî û kes di nava van planên dewleta mêtinger û faşîst a Tirk de cih negirin. Em hêvîdar in wê cih negirin. Eger cih bigirin, wê hingî dijminatiya herî mezin li PKK û gelê Kurd kiribin. Wê xizmeta herî mezin ji faşîzma mêtinger re bikin. Em texmîn nakin ku ti Kurd cihê xwe di nava planeke bi vî rengî ya bêxêr de bigire. Dewleta faşîst a Tirk, piştî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê me, xwest ku komployeke mezin bike. Lê belê derb li vê komployê hate xistin, pêşî lê hate girtin. Bi ser neket.

BILA HÊZÊN BAŞÛR NEKEVIN VAN XEFIKAN

Dewleta mêtinger a Tirk a faşîst, bi taybetî desthilatdariya Erdogan-Bahçelî li dijî tevgera me timî planên komplo û tasfiyeyê dikin. Dixwazin hêzên Başûrî jî tevlî vê bikin. Yanî hêzên mîna PDK û YNK'ê. Her wiha ji bilî PDK û YNK'ê rêxistinbûnên xwe yên taybet jî hene. Bi taybetî hewl didin ku PDK û YNK'ê bixin nava van planên xwe yên xetere û bêxêr. Ji bo vê gelekî hewl didin. Em hêvîdar in wê di nava van hewldanan de cih negirin, ji ber ku eger cih bigirin wê xiyanetê li xwe jî bikin. Ne tenê li PKK'ê wê xiyanetê li xwe, li gelê Kurd jî bikin. Nabe ku ti hêz an jî kesekî Kurdistanî xizmetê ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta mêtinger faşîst a Tirk re bike. Divê neke. Eger di vê mijarê de li gorî daxwaza dewleta Tirk tevbigerin, derba herî mezin ew ê bi xwe bixwin. Bi vê munasebetê ez wan jî hişyar dikim, divê xwe ji xefikên bi vî rengî vegirin."