PDPKS ji ENKS’ê vekişiya

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (PDPKS) xwevekişandina xwe bi awayekî fermî ji Encûmena Niştîmanî Kurdî Sûrî (ENKS) ragihand û 14’emîn Kongreya Partiyê de Ebil Hemîd Hec Derwîş wek Sekreterê Partiyê hat hilbijartin.

Ji bo ragihandina encamên 14’emîn Kongreya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (PDPKS) ku di 20’ê Mijdara 2015’an li bajarê Amûdê hate lidarxistin û 4 rojan dewam kir, îro PDPKS’ê li salona kongreyê ya bajarê Qamişlo civîneke çapemeniyê li dar xist.

Li gor ajansa nûçeyan ANHA’yê civîna çapemeniyê bi amadebûna Ehmed Berekat,Mehsûm Selîm, Silêman Hiso,Ehmed Silêman, endamên partiyên û gelek dezgehên çapemeniyê pêk hat.

Daxuyanî ji aliyê endamê partiyê Ehmed Berekat ve hate xwendin.

Ehmed Berekat diyar kir ku PDPKS’ê bi awayekî fermî xwe ji ENKS’ê vekişand û got ku Ebil Hemîd Hec Derwîş piranî deng di kongreyê de girtin û cardin weke sekreterê partiyê hate hilbijartin.