PDK’ê wê beşdarî hilbijartinan nebe

Mekteba Siyasî ya PDK’ê têkildarî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya li ser hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê, ragihand ku wê tevlî hilbijartnan nebe.

Mekteba Siyasî ya PDK’ê têkildarî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya li ser hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê û helwesta partiya xwe ya li beramberî biryarê daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniya Mekteba Siyasî ya PDK’ê de tê gotin: “Em girêdayî biryarên Dadgeha Federal a Iraqê namînin û beşdarî hilbijartinek ku neyasayî û ne desturî bi saya sîstemek hatî ferzkirin wê birêve biçe nabîn.”

Hêjayî bibîrxistinê ye di hilbijartinên beriya niha yên Parlementoya Herêma Kurdistanê de PDK’ê 11 kursiyên kota yên pêkhateyan di berjewendiya xwe de bikartanî. Lê di 21’ê Sibata 2024’an de Dadgeha Federal ya Iraqê biryara hilweşandina kursiyên kota da û diyarkir wê hilbijartina Parlementoya Herêmê bi awayê çar bazneyî pêkwere û dibin çavdêriya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ya Iraqê de hilbijartin çêbe.

Li gorî van biryarên hatin girtin, dîroka hilbijartinê weke 30’ê Hezîranê hate diyarkirin. Têkildarî hilbijartinan anketeke pêbawer nîne.

Hin çavdêrvan bi guman li biryara PDK’ê dinêrin û difikirin ku PDK wê di hilbijartinan de encama ku dixwaze nekare bi dest bixe, lewma weke rêyeke xelasbûnê ‘boykot’ hilbijart.