Parlamenterên HDP'ê serî li AYM'ê dan

Parlamenterên Partiya Demoratîk a Gelan (HDP), li dijî darbeya ku ji aliyê AKP, MHP û CHP'ê ve hat amadekirin û destnedayîna wekîlan hat rakirin serî li Dadgeha Qanûna Esasî dan.

Ji bo guhertina qanûna esasî ya der barê rakirina destnedayînên parlamenteran de bê betalkirin parlamenterên HDP'ê serî li Dadgeha Qanûna Esasî dan. Parlamenterên  HDP'ê hatin ber avahiya AYM'ê û piştre serlêdan kirin. Endamên Komîsyona Qanûna Esasî yen HDP'î Mithat Sancar, Meral Daniş Beştaş, berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen û wekilê Mêrdînê Erol Dora, li ser navê wekîlên HDP'ê yên der barê wan de biryara destnedayînê heye serî li AYM'ê dan. Berpirsiyara hiqûqê û cîgira Hevseroka Giştî ya ya HDP'ê Aysel Tugluk anî ziman ku ev zagona hatiye guhertin li dijî AYM'ê ye û ji ber vê yekê wan serî li AYM'ê daye.

Parêzerên OHD û Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî piştgirî dan Heyeta HDP'ê.