Parêzeran ji bo Kişanak û Anli îtîraz kirin

Parezerên Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kşanak û Firat Anli der barê biryara veşartî ya binçavkirinê de li dadgehê îtîraz kirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kşanak û Firat Anli 2 roj berê hatibûn binçavkirin. Piştî hatin binçavkirin dozgeriyê der barê hevşaredaran de heta 5 rojan biryara veşartina dosyayê da. Parêzeran der barê biryara veşartî ya binçavkirina Hevşaredaran de îtîraz kir. Parêzerên Hevşaredaran serî li Dadgerê Sulh Ceza dan û diyar kirin ku biryara veşartî ya der barê muwekilên wan de li dijî hiqûqê ye. Parêzeran xwest biryara veşartî bê rakirin û bi lezgîn der barê muwekilê wan de biryar bê dayîn.

Parêzerê hevşaredaran Mesut Beştaş, diyar kir ku der barê Kişanak de di 2015'an de û der barê Anli de di sala 2014'an de 2 dozên cuda hatine vekirin û wiha got: “Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kışanak û Firat Anli ji ber dosyayên berê hatine binçavkirin. Binçavkirina muwekilên min li dijî zagon û hiqûqê ye. Binçavkirina Anli û Kişanak berdewama pêkanîna biryarên KHK'ê yên îlana OHAL'ê ye. Der barê Kişanak û Anli de di navbera saet 17.00'ê 25'ê Cotmehê heta saet 05.00'ê 26'ê Cotmehê biryar hatiye girtin. Lê em dibînin dem li ber çavan nehatiye girtin.”