Oxira gerîlaya YJA Star Denîz Binevş û welatiyê Mexmûrê Arif hate hilanîn

Gerîlaya YJA Starê Denîz Binevş û welatiyê wargeha Mexmûrê yê bi navê Mehmet Arîf ên di şer de ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê ya li Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan, ber bi rêwîtiya dawî ve hatin birêkirin.

Çeteyên DAIŞ’ê îro serê sibehê di saet 06:00’an de xwestin bikevin wargeha Mexmûrê û çalakiyên xwekuj pêk bînin. Lê, gerîlayên HPG’ê û Hêzên Parastinê yên Wargeha Mexmûrê bi êrîşê hesiyan. Di şer de her du çeteyên bi êlekên întîxarî hatin kuştin û di êrîşê de gerîlaya YJA Starê Denîz Binevş û welatiyê wargehê yê bi navê Mehmet Arîf ê ji navçeya Bazîdê jiyana xwe ji dest dan.

 Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Denîz Binevş (Oya Delî) bi merasîmeke ve ji bo li Goristana Mehmet Karasûngûr were definkirin ber bi Qendîlê ve hat verêkirin. Her wiha cenazeyê welatiyê wargehê Mehmet Arîf ku bi eslê xwe ji navçeya Agirî Bazîdê ye, li goristana Wargeha Mexmûrê hat definkirin.

 Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Denîz Binevş (Oya Delî) a ji Erdexanê ye, piştî wecîbeyên olî bi merasîmekê ji bo li Goristana Mehmet Karasûngûr were definkirin bi kerwanekî wesayîtan ber bi Qendîlê ve hat şandin. Di merasîmê de Endama Koordînasyona Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Medya Cûdî axivî. Cûdî di axaftina xwe de bal kişand ser serkeftinên gerîla û şervanên Kurd ên li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku dijminên gelê Kurd tirs û xofek bêhempa dijîn û wiha dewam kir, “Çeteyên DAIŞ’ê bi armanca çalakiyên xwekujî xwestin bikevin wargeha me û di nava gelê me de komkujiyan pêk bînin. Lê, nikarîbûn bigihin armanca xwe û her du jî hatin bêbandorkirin. Di dema şer de du hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Hevala Denîz Binevş a gerîlaya YJA-Starê duh êvarî ji bo karekî hat wargehê. Lê, hê rojek wê li wargehê temam nebû, di encama êrîşa çeteyên rêxistina tecawizkar DAIŞ’ê de jiyana xwe jidest da. Hevala Denîz gerîlayek çalak bû û her tim di qada şer de cihê xwe digirt. Hevala Denîz, di rêyeke pîroz û bi şeref de jiyana xwe ji dest da. Em ê her tim li bîranînên wê xwedî derkevin û şopdarê rêya wê bin.”

 Cûdî di axaftina xwe de behsa welatiyê Wargeha Mexmûrê Mehmet Arif kir û destnîşan kir ku hevalê wan Mehmet Arif bêyî ku berjewendiyên xwe yên şexsî bihizire, ji bo alikariya hevalan çû cihê bûyerê û bi awayek qehremanî jiyana xwe ji dest da û wiha got; "Hevalê Mehmet jî weke welatparêzekî Kurd erk û berpirsiyariya xwe heta dawiyê li ser rêya azadiyê bi cih anî û di vê oxirê de tevlî cangoriyên azadiyê ya Tevgera Azadiya Kurd bû. Em li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê dibêjîn serê Rêbertî, gelê me Wargeha Mexmûrê, hevrêyên wan û bi taybet jî serê malbata hevala Denîz Binevş û malbata hevalê Mehmet Arif sax be."

 Piştî axaftina Cûdî, cenazeyê gerîlaya YJA Starê Denîz Binevş bi merasîmekê ve ji bo li Goristana Mehmet Karasûngûr were definkirin ber bi Qendîlê ve hat verêkirin û li wir hate veşartin. Cenazeyê welatiyê wargehê Mehmet Arif jî li goristana Wargeha Mexmûrê hat definkirin.