BI DÎMEN

Osman: Li Başûrê Kurdistanê qelemên azad tên qetilkirin

Rêveberê Sendîkaya Çapemeniyê ya Kerkûkê Fûat Osman got; “Li Başûrê Kurdistanê rojnamevanan dikin qurbanên nakokiyên partiyên siyasî. Li Başûrê Kurdistanê qelemên azad tên qetilkirin.”

Rêveberê Sendîkaya Çapemeniyê ya Kerkûkê Fûat Osman, li ser qetilkirina nûçegîhanê KNN’ê ku 1’ê Kanûnê pêk hat, duh jî li Kerkûkê qetilkirina xebatkarekî radyoyê, têkîldarî zehmetiyên ku rojnamevan li Başûrê Kurdistanê dibînin ji ANF’ê re axivî.

‘MAFÊ TI KESÎ YÊ BERTEKÊ, DAXWAZÊ NÎNE’

Osman, destnîşan kir ku ji bo fêmkirina êrîşên li dijî rojnamevanan divê rewşa herêma Kurdistanê bê fêmkirin, got; “Îro taloke ne tenê li ser rojnamevanan, li dijî tevahî gel heye. Li dijî vê jî mafê gel ê daxwaza mafên xwe, lidarxistina xwepêşandanekê, meşekê jî nîne.”

Osman wiha dom kir;

“Dema mesele dibe rojnamevan, rewş hê xirabtir dibe. Ji ber ku mamoste, memûr, gel tenê mafê xwe dixwazin, daxwaz dikin. Rojnamevan jî hewl didin dengê gel ragihînin. Rojevê ava dikin. Lewma jî li dijî jiyana wan xetereyên hê mezintir çêdibin.

‘HÛN NEÇAR IN KU PIŞTA XWE BI ALIYEKÎ SIYASÎ XURT BIKIN’

Li herêma Kurdistanê jî li Iraqê jî rewşên heman tên serê rojnamevanan. Li vir rêveberî di dest hin koman de ne. Lewre jî azadî nîne. Azadiya îfadeyê, nerîndayinê, daxwazê nîne.”

Osman diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê rojnamevan ji ber sîstema heyî neçar in ku pişta xwe bi aliyekî siyasî xurt bikin, aloziyên siyasî yên li herêmê şertên xebitîna rojnamevanan zehmet dike, heta niha jî gelek rojnamevan ji ber vê hatine qetilkirin.

‘HER KU ÊRÎŞÎ ROJNAMEVANAN DIKIN, ASTA REWŞENBIRIYÊ DIKEVE’

Osman ragihand ku qetilkirina rojnamevanan azadiya fikrînê asteng dike û bi berdewamî got; “Berê ne wisa bû. Mîna, berê li Kerkûkê bi dehan rojname, kovar, radyo hebûn. Niha nîne. Tenê rojnameyek ma. Her ku xebatkarên çapemeniyê hatin hedeefkirin, dezgehên çapemeniyê ketin yekdestî, rojnamevan dûr ketin. Dest ji kar berdan. Li herêma me jî asta rewşenbîrî parelîlî vê her ku çû ket.”

Osman, anî ziman ku êdî derfet nehiştine ku rojnamevanek bêyî xwe bispêre aliyekî siyasî û rojnamevantiyê bike, ev rewş dibe sedema jiyana rojnamevanan û ev nirxandin kirin; “Her ku mabeyna partiyên siyasî nakokî û alozî zêde dibin, bi hêrs berê xwe didin rojnamevanna. Dema ev dibe jî li herêmê heta li Iraqê ti rojnamevanên serbixwe, azad nema. Mîna, eger wek rojnamevanekî hûn li aliyekî dijberî ya din bisekinin, di aloziya mabeyna aliyan de pêwîst e ku hûn jî li dijî milê din rawestin. Eger rojnamevan heman nêrînê parve neke jî, divê biparêze. Berevajî wê jiyana rojnamevan bikeve talokeyê.”

‘HEDEFA HERÎ HÊSAN ROJNAMEVANAN IN’

Osman, der bir ku li Başûrê Kurdistanê ji sala 1991’an ve li herêmê ji ber nakokiyên partiyên siyasî yên herêmê bi rê ve dibin birakujî çêbûye, lê, dûvre ev partiyên siyasî li ser maseyekê civiyane, bedelê wê jî rojnamevanan dane.

Osman wiha pê de çû; “Ti parastina wê nîne. Tenê qelem heye. Dema rojnamevan tê qetilkirin, ti kesên ku failan eşkere bike, hesab bixwaze nîne. Tenê malbat dimîne. Lê, ew jî ji ber ji xetereyên heman ditirsin, nikarin tiştekî bikin.”

Osman bi lêv kir ku rojnamevan li dijî kesên xwediyê desthilatdarî û sermayeyê bê şens in, wiha berdewam kir; “Li hember vê, rojnamevan neçar dimînin girêdayî partiyekê bimînin, ev jî esas tê wateyê koletiyê. Dema te li gor wan heqaret nekir, dikarin bêjin ti pêwîstiya me bi te nîne. Hûn neçar  in ku li gor berjewendiyên wan tevbigerin. Ev ji bo tevahî partiyên ku tên bîra we wisa ye.”

‘DEMA FAIL NAYÊN DÎTIN, BAL DIÇIN SER HIKÛMETÊ’

Ji Rêveberiya Sendîkaya Çapemeniyê ya Kerkûkê Fûat Osman nirxandinên xwe bi vî şiklî dewam kir;

“Li Başûrê Kurdistanê ji sala 2003’yan û vir ve tevahî qelemên azad dişkînin. Rojnamevan ne mecbûr in ku li gor ti kesî bin. Karê xwe ji bo wezîrekî, an jî kesên din nake. Hûn dikarin rexne bikin, karê dike neecibînin. Lê, ti mafê we nîne ku qetil bikin, zextê lê bikin. Lê, heta îro bi deha rojnamevan hatin kuştin. Mafên wan hatin xespkirin, lê failê ti ji van nehatin dîtin, nehatin cezakirin.

Berpirs, berpirsên asayîşê her tim gotin ‘failên bên dîtin’. Lê nebû. Ti delîl jî dernexistin holê. Eger ji sedemek civakî jî hatibe kuştin divê ev bê eşkerekirin. Dema nebe, wê demê li beramberî hikûmetê bêbawerî çêdibe. Wê demê bi mafdarî tê gotin ku eger fail nayên dîtin wê demê destê hikûmetê tê de heye. Têkoşîna asayîş, polîs, ewlehiyê ya li dijî DAÎŞ’ê tê pîrozkirin. Lê dema mijar dibe dîtina failên rojnamevanan, di vê mijarê de tewanbarî çêdibe, guman peyda dibin. Heta niha tenê li Kerkûkê 11 rojnamevan hatine kuştin. Lê li seranserî Başûrê Kurdistanê her roj rojnamevan bi zextê re hevrû ne. Lê heta niha jî me nebihîstiye ku failên ti ji van jî hatine dîtin.”