NÛ BÛ

Operasyonên qirkirina siyasî: 17 kes hatin girtin, 45 kes hatin binçavkirin

Li Colemêrg, Şirnex, Dîlok û Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de 17 kes hatin girtin, 45 kes jî hatin binçavkirin.

AKP/Qesr a ku her rêyê diceribîne û dike nake nikare bi berxwedana gelê Kurd, operasyonên qirkirina siyasî dişidîne. Li Colemêrg, Şirnex, Dîlok û Amedê 17 kes hatin girtin, 45 kes jî hatin binçavkirin.

COLEMÊRG

Li benda kontrolê ya leşkerên Qereqola Harûna ya li navbera navçeyên Colemêrg Şemzînan û Geverê, wesayît hatin sekinandin. Di dema kontrola li vir de kesekî bi navê Ozgur Alp hat binçavkirin û ew birin qereqolê.

ŞIRNEX

Li navçeya Şirnex Hezexê, leşkerên Tirk danê sibehê avêtin ser Gundikê Sîmo. Di serdegirtinê de Nezîr Dogan û Mehmet Dogan ên birayên hev in, hatin binçavkirin. Her du kesên hatin binçavkirin birin Şaxê TEM a li navçeya Mêrdîn Midyadê.

DÎLOK

Li Dîlokê di rojên 25-26'ên Gulanê de di çerçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Hevseroka DBP'ê ya Dîlokê Demet Paksoy, endamê MYK'a EMEP'ê Mehmet Turkmen û rêveberê HDP'ê berê Rişvan Denîz jî di nav de  17 kes bi îddîaya "Endamên rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê dikin" hatin girtin.

Parvekirinên medya civakî wekî delîl û hinceta girtinê hat nîşandan. Dîsa tevlîbûna çalakiyan û "bi talîmatên PKK/KCK'ê li ser medayaya civakî propaganda rêxistinê, ji Serokomar re heqaret kirine" wekî hincet hatin nîşandan. 17 kesên hatin girtin şandin Girtigeha Tîpa H a Dîlokê. 

AMED

Serdozgerê Komarê yê Amedê Ramazan Solmaz li ser operasyonên qirkirina siyasî yên 2 rojên dawî li bajêr hatin meşandin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat argihandin, 42 kes di nava du rojên dawî de hatine binçavkirin.

Balkêş e ev pêla mezin a binçavkirinê beriya hatina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim a Amedê pêk hat.