BI DÎMEN

Operasyona Reqqayê dewam dike: Gundê Mitemesricê hat rizgarkirin

Şervanên QSD'ê gundê Mitemesricê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin û gund azad kirin.

Di çarçoveya Operasyona Rizgarkirina Bakurê Reqqayê de, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gundê Mitemesricê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Hat ragihandin, çeteyan li gund gelek mayîn çandin e.

Gundê Mitemesricê bi 5 kîlometreyan dûrî bajarokê Eyn Îsa ye û danê sibehê di encama lêdana bi çekên giran de 23 çeteyên DAIŞ'ê li vir hatibûn kuştin.