Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê dewam dike

Nobeta Azadiyê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê hatiye destpêkirin, dewam dike.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 20’ê Tîrmehê ve li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê berdewam dike. Her 5 rojan carekê çalakvanên nû nobeta azadiyê dewr digirin.

Di çalakiyê de sînevîzyon tên pêşandan, perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên xwendin, dengbêjî û stran têne gotin û têkîldarî pêvajoya heyî nîqaş tên kirin.

Çalakvanên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nobeta azadiyê digirin, ji Ajansa Rojnewsê re axivîn.

Çalakvana bi navê Leyla Hilalî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Em li vir ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya xwe di çalakiyê de ne. Ev sê sal in tecrîdekî giran li ser Rêbertiya me tê meşandin. Hemû bêmafî û bêhiqûqî li hember Rêberê me tê pêkanîn. Ev çar heyve çalakiya me li vir berdewam dike. Em ji wek jin û dayîk cihê xwe di koma 28’an ya vê çalakiyê de digirin. Hemû ferdên civakê beşdarî vê çalakiyê dibîn. Li hemberî vê tecrîdê çi ji me bê xwestin emê pêkbînîn. Di çalakiyan de carnan em sînevîzyonên Rêbertî temaşe dikin, carnan jî xelk tên serdana me em bi wan re li ser pêvajoyê nîqaş dikin.”

Leyla di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinan kir ku xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbikevin û wiha got: “Niha tişta ji me tê xwestin ewe ku em li pêvajoya heyî xwedî derbikevîn. Êdî dem hatiye pêwîste em li hemberî tecrîd, xiyanet û dagirkeriyê rabin ser xwe. Ez bang li tevahî jinên cîhanê û bi taybetî jî bang li jinên Kurd dikim ku em xwedî li ked û xebata Rêbertî ji bo jinê daye, derbikevîn.”

Çalakvan Kamûran Mijînî jî da diyarkirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di nava çalakiyan de bin û wiha got: “Ev çalakiya me 20’ê Tîrmehê hatiye destpêkirin. Jin, ciwan, zarok û pîr herkes tên vir serdana çalakiya me dikin. Çalakiya me jî ji bo Serokatiyê ye. Di çalakiyê de dem dem sînevîzyon û perspektîfên Serokatî têne temaşe kirin. Heta ku tecrîda girankirî li ser Rêbertiya me bê rakirin û Rêbertî bi fîzîkî azad be, em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Tişta ku ji me tê xwestin emê bikîn.”