Newroza Kanîreşê: Heta Abdullah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin!

Li Kanîreşê bi sedan kes bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî Newrozê bûn. Parlamenter Salîha Aydenîz got, "Heta ku Birêz Abdullah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin.”

Îsal bi mîlyonan Kurdistanî bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newrozê pîroz dikin.

Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê jî piştî 12 salan cara ewil Newroz tê pîrozkirin. Bi sedan welatiyan ji bo pîrozbahiya Newrozê di saetên zû yên serê sibehê de ji gund û taxan berê xwe dan qada Newrozê. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Saliha Aydenîz, Parlamenterê DEM Partiyê yê Çewlîgê Omer Faruk Hulaku, namzetên hevşaredariya Çewlîgê Çîçek Ariç û Aydin Burçun, namzetên hevşaredariya Kanîreşê Zuhre Eroglu û Mehmet Genç tevlî pîrozbahiyê bûn.

Newroz ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî agirê Newrozê bi coşek mezin û dirûşma "Biji Serok Apo" hate vêxistin.

Pêşî namzeta Hevşaredariya Kanîreşê ya DEM Partî Zuhre Eroglû axivî û got, "Gelê Kanîreşê berxwedêr e, ji bo bi ser bikeve wê her tiştî bike. Ji bo ku em li vir bi awayekî însanî bijîn, çi ji me hatiye dizîn, em ê ji wan bistînin û tev bi hev re şaredariyên xwe bi rê ve bibin. Di şeva 31'ê Adarê de em ê li vir govendê bigerînin. Dem dema Kanîreşê ye."

Parlamenterê DEM Partiyê yê Çewlîgê Omer Faruk Hulaku jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza 2013’yan de li Amedê hatibû xwendin, xwend.

Piştre jî parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Saliha Aydenîz axivî. Aydenîz wiha got, “Îro di bin vê berfê de we careke din vîna xwe nîşan da û qad dagirtin. Yên ku dibêjin 'me vîna Kurdan şikandiye' divê baş li vê qadê binêrin. Newroz serî rakirin û bi berxwedanê re vîna jiyanê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin em ê agirê Newrozê heta dawiyê gur bikin.

Em ji vir dibêjin; ne hevrêyên me yên ku ji bo azadiyê li ber xwe didin, berovajiya wê yên ku wan dixin girtîgehan ew terorîst in. Yên ku ziman û statuya Kurdan qebûl nakin, yên qeyûm tayînî şaredariyên me dikin, terorîst in. Heta ku gelê Kurd azad nebe gelê Tirk azad nabe. Ji ber vê yekê em ji bo azadiya me hemûyan, ji bo demokrasiya Tirkiyeyê têdikoşin.

Îro ji ber ku dewleta Tirk ne demokratîk e, pirsgirêka Kurd roj bi roj kûrtir dibe. Yekane muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk Birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Ocalan ji ber ku ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşe, îro tê tecrîdkirin. 

Îro tecrîd ne tenê li Îmraliyê, li her derê ye. Ji ber vê jî heta ku ev tecrîd were şikandin divê em têkoşîna xwe xurtir bikin. Hewl tê dayin ku tecrîd weke şêweyekî rêveberiyê bê meşandin. Bi vê tecrîdê re hewl didin şer gur bikin. Hewl didin Kurdan bê statu bihêlin. Bi vê tecrîdê re hewl didin polîtîkaya qeyûm pêş bixin. Em jî dibêjin; Heta ku ev tecrîd bê şikandin û Abdullah Ocalan azad bibe, em ê têkoşînê bidomînin." 

Piştî axaftinan pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermend Mizgîn Turan û Denîz Esmer berdewam kir. Tevî hewaya sar û barîna berfê jî bi sedan kes govend gerandin.