Nebû Qorîcî, çû madenê: Abdulbakî Aydin

Hezana li Şîrwanê kete roja 20’an û agir berda nava bi dehan malan.

Li navçeya Şîrvan a Sêrtê, 17’ê Mijdarê 16 karker di bin hezanê de mabûn. Li gel ku 20 roj di ser re derbas bûne jî hê 3 karker di bin axê de ne. Li hêlêkê malbatên karkerên li bendê ku cenazeyên wan werin derxistin û li hêla din jî drama karkerên ku jiyana xwe ji dest dayin.

Di bin hezanê de cenazeyê karkerê bi navê Abdulbakî Aydin beriya bi çend rojan hatibû derxistin. Aydin 33 salî bû û ji gundê Cintepe a navçeya Dihê ya Sêrtê bû. Malbata Aydin çîroka Aydin ji ANF’ê re got.

4 ZAROKÊN WÎ HEBÛN

Hevjîna Aydin Mukadder got, hevserê wê ev salek e li madanê weke ajakor dişixulî û bi berdewamî, ‘’Hevserê min berê ajokariya serwîsê dikir û ji gund rêwî dianîn bajêr. Lê kesên ku li gundê me qorîcîtî dikirin tim zetx li ser hevserê min dikirin ku ew jî bibe qorîcî, ji bo ku nedibû qorîcî ew dihate harmonîkirin. Ji bo vê jî êdî nema dikarî debar bike û li madenê dest bi kar kir. Tam beriya salekê li vir dest bi kar kiribû. Di vê bobelatê de Weyselê du mehî, Vedatê du salî û Elîf a çar salî sêwî man.’’

‘SÊ CARAN GOT, ZAROK EMANETÎ TE Û XATIR XWEST’

Aydin got hevserê wê gelek caran behsa talokeyên madenê  kiriye û gotiye, ‘ez ditirsim ku rojekê nikaribim li malê vegerim’’ û bi berdewamî wiha diyar kir, ‘’Hevserê min beriya hezanê bi du rojan du rojan izna xwe xwestibû. Roja ku destûra wî qediyayî û çûyî ser karê xwe jî behsa taloke û îhmalên kar kir. Got, me gelek caran ji amirên xwe re ev gotiye lê ew jî di ser guhê xwe re diavêjin. Min jî gotiyê,’’neçe, li mal bimîne, em birçî bimînin lê wî karî neke. Ji bo siberoja zarokan jî be, ji bo xwe jî, malbata xwe jî be neçeû got, ’ Sê caran ji derî dûr ket, dîsa vegeriya û xatir xwest. ‘Ti bav naxwazin zarokê xwe yê yek mehî berdin lê ji bo ku ez mecbûr im ez ê biçim. Zarokên min emanetî de, li xwe û zarokan miqate be.’ Her cara ku ji mal derdiket qidûmên me dişikiyan, em pir pê diêşiyan.’’

ÇELÎK: LI DIJÎ ZEXTA QORÎCÎTIYÊ LI BER XWE DIDA

Burayê Aydin Mîkaîl Çîçek jî li ser Aydin wiha got:

‘’Burayê min bi felsefeya xwe ya jiyanê taybet û rêxistinbûyî bû. Li hêlekê li dijî zexta qorîcûbûnê li ber xwe dida û li hêla dî jî ji bo ku debara mala xw bike li ber xwe dida. Ji bo ku min pir jê hez dikir tim me li hev dipirsî. Beriya hezanê bi nîv saetê jî em bi telefonê bi hev re axivîbûn. 2015’an, Mijdarê dest bi karê madenê kiribû. Îhmal û talokeyên li madenê bi  min re jî par ve dikir. Digot ev rewş ji şefê xwe re jî gotiye, lê amîran kesên ku ji bo kontrolê dihatin, bertîl dikirin û bî awayî bincil dikirin. Ji ber şeqitîna çiyê ya dema Hezîranê û ji ber pirsgirêka pereyan a di navbera fîrmaya CÎNER û gundiyan de maden mehekê girtî mabû. Ez li Stenbolê dimam, burayê min wê bihata cem min bixebitiya. Tam roja ku wê dest bi kar bike bi rojekê ji madenê lê geriyan û xwestin ku vegere ser karê xwe. Ji ber ku  nedixwest ji malbatê dûr bikeve qebûl kir. Ji ber ku zarokên wan biçûk bûn û nexweş bûn burayê min tim bi şev, saet 19.00-06.00’an dixebitî. Mehê 4 roj izna wan hebû. Wî ev 4 roj tim bi hev re bi kar dianî, tenê bi vî awayî bi zarokên xwe re dikarîbû bimîne.’’