Nasnameya gerîlayê ku li Şengalê jiyana xwe ji dest dabû hate eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya HPG’ê, nasnameya gerîlayê ku di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 21’ê Adarê lidar xistin de jiyana xwe ji dest dabû eşkere kir.

Navenda HPG’ê diyar kir ku gerîlayê jiyana xwe ji dest daye, li Qamişloyê jidayîk bûye Îsmaîl Huseyîn ê bi nasnav Rustem Cûdî ye.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin gotin: “21’ê Adarê di saetên sibahê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî çeperên YBŞ’ê yên li herma Skîne û Hayale yê girêdayî Şengalê kirin. Gundên Hayale û Skîniye yên ku 8 km dikevin başûrêrojava, li ser dijwarbûna êrîşa çeteyan a li ser gundê Tewra yê li navendê, Hêzên YBŞ’ê bi armaca piştgirîkirinê komekî gerîlayên me şandin herêmê. Di encama çalakiyê de êrîşa çeteyan hate şikdanin, DAIŞ neçar ma ku vekişe.

Di ecama şerê dijwar ê hate kirin de gerîlayê mey ê bi navê Rustem Cûdî bi qehremanî li dijî dijmin şer kir û şehîd ket.

Hevrê Rustem ê ku bi rakirina navê Rustem Cûdî, ji Rojavayê Kurdistanê tevlî refên şoreşa azadiyê bûyî, bi rêzdarî bibîr tînin, diyar dikin ku em ê li dijî her cure komên çeteyan şerê xwe xurt û mezin bikin.

Nasanmeya gerîlayê ku jiyana xwe ji dest dayî wiha ye:

Nasnav: Rustem Cûdî

Nav û Paşnav: Îsmaîl Huseyîn

Cihê Jidayîbûnê: Qamişlo

Navê Dayik- Bav: Leyla- Abdulselam

Cih û Dîroka Şehadetê: Şengal/21’ê Adara 2017