BI DÎMEN

MAK’ê li Geverê li dijî polîsên Tirk çalakî lidar xist

Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK) ragihand ku wan li navçeya Gever a Colemêrgê li dijî polîsên dewleta Tirk a dagirker, bi teqemeniyan çalakî lidar xist.

Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK) daxuyaniyek nivîskî da û got: “23’yê Tîrmehê di derdora saet 23.00’an de milîsên me li taxa Orman a Geverê li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan û çalakî lidar xistin.”

MAK’ê ev tişt got: “Di navbera polîsên dagirker ên hatin qadê û milîsên me de, demek dirêj pevçûn qewimî. Milîsên me bi teqemeniyên bi dest hatine çêkirin û molotofan, dagirker hedef girtin. Milîsên me dirûşme berz kirin û li dijî êrîşên dagirkeriyê banga berxwedan û têkoşînê li gelê me kirin. Şer heta derengî şev dewam kir û piştre milîsên me çalakî bi dawî kirin.”

MAK’ê diyar kir ku ev çalakî weke bersiva li dijî êrîş û zextên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, hatine lidarxistin û ev tişt got: “Roja roja parçekirina tecrîda Îmraliyê û azadkirina Rêber Apo ye.”