Lingê Yilmaz Encu hate jêkirin

Li Roboskî di bomberanê çeteyên Qesrê ya duh şev de Yilmaz Encu birîndar bibû, hate hînbûn ku lingê wî hatiye jêkirin.

Li Roboskî di bomberanê çeteyên Qesrê ya duh şev de Yilmaz Encu birîndar bibû, hate hînbûn ku lingê wî hatiye jêkirin.

Li gundê Roboskî ya navçeya Qilabanê ya Şirnexê, çeteyên Qesrê duh şev welatiyên ku bazirganiya sînor dikirin bombebaran kiribûn. Yilmaz Encu yê ku bi giranî birîndar bibû tê dermankirin. Hate hînbûn ku lingê Encu yê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê dermankirin hatiye jêkirin. Hate hînbûn ku Encu sewqî Êlihê hatiye kirin û wê li wê derê tedawiya wî bidome.