Li Wanê çalakiya ji bo Elçî: AKP'ê pêvajoya sûîqestên siyasî daye destpêkirin

Bi armanca şermezarkirina qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, DBP, HDP, KJA, DEM-GENÇ û aktîvîstên Dayikên Aştiyê bi beşdariya bi hezaran welatiyan meşek organîze kirin.

Li Wanê bi hezaran kes meşiyan û qetilkirina Tahîr Elçî protesto kirin. Girseya gel a li Hala Zebzeyan civiya, bi qîrîna dirûşmeyan ber bi Xaçerêya Îkî Nîsanê ve meşiya.

Di meşê de Hevserokên HDP'ê yên Wanê Derya Hayva, Veysî Dîlekçî, Hevseroka DBP'ê ya Wanê Caziye Dûman, Hevşaredarê Îpekyolû Veysel Keser û rêxistinên HDP-DBP ên navçeyan amade bûn.

'AKP'Ê BI QETILKIRINA ELÇÎ RE PÊVAJOYA SÛÎQESTÊN SIYASÎ DA DESTPÊKIRIN'

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Tahîr Elçî û şehîdên aştiyê, Hevseroka DBP'ê Caziye Dûman mafê axaftinê wergirt û ji gel re axivî. Dûman got, "Serokkomar Erdogan ê ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de rêjeya ji sedî 13'an a Kurdan bi dest xist hezm nekir û weke gefek li hemberî desthilatdariya xwe dît, konsepta xwe ya şer roj bi roj dijwar dike. Tevî hemû hewldanên aştiyê yên gelê Kurd, zîhniyeta desthilatdariyê polîtîkayên komkujiyê dewam kir. Yên ku destê aştiyê yê Kurdan li hewa hiştin, piştî operasyonên qirkirina siyasî bi qetilkirina Birêz Tahîr Elçî re pêvajoya sûîqestên siyasî dane destpêkirin."

Dûman bal kişand ser dijminatiya Erdogan û AKP li Kurdan dike û destnîşan kir, ku ji bo pêşî li destketiyên li Rojava bigire, bi qasî ku li hemberî Rûsya şer bike, çavsor bûne.

Dûman ragihand ku ev polîtîkayên AKP'ê wê ti encamê bi xwe re nîne û bang li hikûmeta AKP'ê kir ku polîtîkayên şer biterikîne, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rake û li maseya muzakereyê vegere.

Dûman destnîşan kir ku di rewşeke berevajî de wê gelê Kured têkoşîna demokratîk mezintir bike.

...