BI DÎMEN

Li Swîsreyê dirûşmên berxwedan û azadiyê deng vedan

Kurdistaniyên li Swîsreyê û derdora wê dijîn, yekemîn meşa azadiyê bi dirûşmên azadiyê bi dawî kirin.

Kurdistaniyên li Swîsreyê û derdora wê dijîn, yekemîn meşa azadiyê bi dirûşmên azadiyê bi dawî kirin. Çalakvanên meşa dirêj jî bi dirûşmên “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re aştî” di tevahiya rojê li kolanên Swîsreyê deng vedan.

Meşa azadiyê ya 2 rojan a ji bo protestokirina 17. Salvegera Komploya Navneteweyî ya di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi daxwaza “Ji Ocalan re azadî û ji Kurdistan re aştî” ya li Swîsreyê destpê kir, beşa yekem bi dawî bû.
Di saetên sibehê de nêzî 150 çalakvan ên li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê kom bûn, li vir starta meşa xwe dan. Çalakvan tevî barana zêde jî meşa xwe ya azadiyê domandin, di saetên şevê de jî beşdarî mîtînga li Biel a li ser rêya wan bûn. Li vir meşa roja yekem a meşa azadiyê bi dawî bû.

DIRÛŞMÊN BERXWEDAN Û AZADIYÊ DI BAJARÊN SWÎSREYÊ DE DENG VEDAN

Çalakvanan di tevahiya rojê de bi moral meşa xwe domandin û bi yek dengî dirûşmên berxwedan û azadiya Ocalan di kolanên bajar de deng vedan.

Çalakvanan di tevahiya meşê de êrîşên qirkirin û qetîamên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd şermezar kirin, bang li hêzên navneteweyî kirin ku li hember qetlîamên li ser Kurdistanê bêdeng nemînin.

Çalakvan wê sihebê ji bajarê Bern ê Swîsreyê bikevin rê û dawî li meşa xwe ya azadiyê bînin.

...