Li Şemzînan ji ber zexta leşkeran gundiyan rê girt

Niştecihên gundê Nêrkule û Nawrezan ên girêdayî navçeya Şemzînan, li hember zexta leşkeran, danîna nuqteyên kontrolê li ser rêyan a bi armanca bidawîkirina bazirganiya sînor a yekane çavkaniya debara gundiyan e protesto kirin.

Niştecihên gundê Nêrkule û Nawrezan ên girêdayî navçeya Şemzînan, li hember zexta leşkeran, danîna nuqteyên kontrolê li ser rêyan a bi armanca bidawîkirina bazirganiya sînor a yekane çavkaniya debara gundiyan e protesto kirin.

Tevgera leşkerî ya di van rojên dawiyê de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê zêde bûye û gel di bin zextek mezin de ye.

Bi pêkanînên weke di rêyan de kontrolkirina nasnameyan û yên cuda tê xwestin zextê li ser gel çêbikin, beriya niha di dema li ser rê kontrolkirina nasnameyan de 3 kes birîndar bibûn. Zexta leşkeran a li ser gel bi dawî nabe. Li gundên Nêrkule û Nawrezanê leşkeran nuqteyên kontrolê danîne û bi vê yekê bazirganiya sînor a çavkaniya debara bingehîn a mirovên herêmê ye asteng dikin, di asteke mezin de cezayê pereyan li wan birîn.

Bi armanca nîşandana nerazîbûna xwe ya li hemberî zextê leşkeran welatiyên her du gundan rêya di navbera her du gundan de rê ji çûn û hatinê girtin. Rayedarên Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê bi kesên ku rê li çûn û hatinê re girtine re hevdîtin pêk anîn, hişyariya ku divê rê tavilê ji çûn û hatinê re bê vekirin naxwe wê bi zorê vekin kirin. Bi sedema rojnamevan dîmen digirin fermandarê Jendermeyan a navçeyê ji herêmê derket. Dema çalakî berdewam dikir, leşkeran plaqeyên wesayîtên li ser rê qeyd dikirin.

Yunus Ozkoyuncu yê ji ber van nêzîkatiyên leşkeran nerazîbûn nîşan da da zanîn ku çalakiya girtina rê bi armanca nerazîbûnên xwe ji bo nuqteyên kontrolê yên leşkerî ku 3 roj in hatine danîn re nîşan bidin pêk anîne. Ozkoyuncu diyar kir ku AKP ji ber fikarên xwe yên siyasî serî li pêkanînek bi vî awayî daye. Ozkoyuncu wiha dewam kir:  “Tenê armanca wan ev e ku gelê Kurd tine bihesibînin. Eger ji ber me vê yekê dikin, bila tavilê ji vir biçin. Pêwîstiya gelê Kurd ji bo dewletek wiha hov û faşîst nîne. Tê gotin ku li vir qaçaxî tê kirin, lê ti carî li ser vê xakê qaçaxî nehatiye kirin. Bi van rêyan zilm li vî gelî tê kirin.”