Li Şehbayê 9 çeteyên Tirk birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker duh bi şev êrîşî herêma Şehbayê kir. Hêzên Şoreşger bi tundî bersiv dan û di encamê de 9 çeteyên Tirk birîndar bûn.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker, duh êvarê saet di 20:00 de ji bajarokê Marî û gundên Til Malîd û Tewîsê bi topên hawanê û çekên giran êrîşî Bendava Şehbayê, qadên Hesiye, Ûm Hoş, Herbel û Şêx Îsa kirin.

Hêzên Şoreşger bi tundî bersiv dan êrîşan. Li gorî agahiyê ji herêmê hatin bidestxistin, êrîşên çeteyan heta derengiya şevê dewam kirin û di bersiva Hêzên Şoreşger de li derdora gundê Zoyanê 9 çeteyên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûne.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker timî êrîşî herêma Şehbayê ya ji DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin dikin. Tê gotin, artêşa Tirk a dagirker bi van êrîşan re dixwaze herêmên Ezaz û Îdlibê bigihîne hev û bi vî awayî dorê li Helebê bigire.