Li Rihayê ji bo Ocalan çalakiyên nobedê destpê dikin

Li Riha û çar navçeyên wê, ji bo Ocalan çalakiyên nobedê destpê dikin.

Piştî hewldana darbeyê, fikarên li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bûn. Ji ber ku hevdîtina bi Ocalan re tê astengkirin, gelê Kurd hê bêhtir bi hêrs dibe.

Ji bo Ocalan wê li Rihayê çalakiyên nobedê bên lidarxistin. Bi pêşengiya rêxistina DBP'ê ya bajêr û bi desteka HDP'ê, wê li van cihan çalakiyên nobedê bên lidarxistin:

"Li navenda Rihayê li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Eyyûbiye, li Parka Antîn a li Wêranşarê, li Meydana Cûmhûriyetê ya Pirsûsê, li Parka Azadiyê ya 4'ê Nîsanê ya Xelfetiyê û li pêşiya Şaredariya Hewagê."

Çalakî wê bi dirûşma "Bila tecrîda li ser Ocalan were rakirin û azad bibe" saet di navbera 20:00-24:00 de bên lidarxistin.