Li rêya Colemêrg-Wanê 7 leşker hatin kuştin

HPG’ê da xuyakirin ku li rêya Colemêrg-Wanê, 30’ê Îlonê gerîlayên HPG’ê li nêzî gundê Bêlatê li dijî leşkerên ku rê kontrol dikirin çalakiya sabotajê li dar xistin û 7 leşkerên piyade hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, destnîşan kir ku yekîneyek gerîlayên wan 27’ê Îlonê saet 17.45’an li dijî qereqola jendermeyan a navçeya Hasanbeylî ya Osmaniyeyê çalakiya sûîqestê li dar xistine.

HPG’ê ragihand ku di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin, yek jî birîndar bûye û ev agahî parve kirin;

“1’ê Cotmehê saet 08.00’an hêzên me ji 2 baskan ve bi ser alaya Garê ya Şemzînan Colemergê de girtin; milê pêşî yê çalakiyê bi çekên siûqastê li leşkerên ber aşxanê xistin, li vir 2 leşker hatin kuştin û yek jê birîndar bû. Milê duyem ê çalakiyê jî bi RPG-7 û çekên ferdî li aşxaneyê û li kûleyê xistin. Hejmara mirî û birîndarên li vir ên leşkeran zelal nebû.

GERÎLAYÊN YJA STARÊ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ LI DAR XISTIN

30’ê Îlonê di navbera 15.00-15.30’an de hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran bi ser qereqola Tepê Çeta a Şemzînanê de girtin, hejmara mirî û birîndaran a leşkeran zelal nebûye.

30’ê Îlonê saet 14.00-14.50’an hêzên me li girê Şehîd Cahît a Çelê ya Colemergê bi ser leşkeran de û dozeran de girtin û bi hawanan êrîş birin ser wan.

30’ê Îlonê saet 15.00’an hêzên me bi ser leşkerên girê Şehîd Cahîd a Çelê de çalakiyeke siûqastê pêk anîn û 1 leşker hate kuştin.

LI DIJÎ LEŞKERÊN KU RÊ KONTROL DIKIRIN ÇALAKIYA SABOTAJÊ

30’ê Îlonê saet 08.00’an hêzên me bi ser leşkerên ku li ser rêya Şirnexê kontrola rê dikirin çalakiyeke sabotajê pêk anîn, li vir leşkerek û kontrayek hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

DI ÇALAKIYA SABOTAJÊ DE 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Xebat Aktepe de 30’ê Îlonê saet 13.00’an bi ser leşkerên ku kontrola rê dikirin, li ser rêya Colemerg-Wanê çalakiyeke sabotajê hate pêkanîn û 7 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê rê girt û operasyon da destpêkirin, di heman rojê de  operasyon bêencam bi dawî bû. Ev çalakî bersivek bû li dijî operasyona Faraşînê.

LI GARISA ŞERÊ DEMKURT

30’ê Îlonê saet 19.00-19.40’an balafirên artêşa TC’ê li sirtên Dirişkê, Ebûbekira û Şehîd Koçer ên li qadên Garisa a Sêrtê xistin. Li vê qadê şerekî demkurt di navbera hêzên me û leşkeran de pêk hat. Di vî şerî de têkiliya me bi 2 gerîlayên me  re qut bûye.

LI OSMANIYEYÊ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ: LEŞKEREK HAT KUŞTIN

27’ê Îlonê saet 17.45’an yekîneyeke me ya gerîla bi ser qereqola jenderme ya Hasanbeylî ya Osmaniyeyê de çalakiyeke siûqastê pêk anî. Li vir leşkerek hate kuştin û yek jî birîndar bûye.”